CîhanCivak

Koç-Kak bû Dem – Kurd

Komela Çanda Karkerên Kurdistanê (KOÇ-KAK) piştî 36 sala kar û xebata xwe derveyî welat rêvebir. Niha jî biryar da xebata xwe wek DEM-KURD berdewam bike.Di vê derbarê de daxuyaniyek ji bo raya giştî ragihandin. 

Daxûyanî:

Ji awira gelemperî reKomela Çanda Karkerên Kurdistanê (KOÇ-KAK) ji sala 1981 û heta îro xebata xwe ya çandî li derveyê welêt domand. Di kongreya KOÇ-KAKê ya herî dawîn de şert û mercên Kurdistanê û cîhanê li ber çav hatin girtin û biryar hat dan ku li gor şert û mercên guhertî, navê xwe biguhere û hemû çîn û beşên Kurdistanî di nav refê xwe de hembêz bike.Di kongreya dawîn a KOÇ-KAK ê de biryar hat dan ku KOÇ-KAK êdî cîhê xwe ji Komela Demoqratên Kurd li Almanya (DEM-KURD) re bihêle û xebata xwe di bin navê Komela Demoqratên Kurd li Almanya yê de bimeşîne.Komela Demoqratên Kurd li Almanya wê xebata xwe li ser mîrasa KOÇ-KAKê berdewam bike.Komela Demoqratên Kurd li Almanya wê hewl bide ku bi alîkarîya hemû çîn û beşên Kurd û Kurdistanî bibe dengê Kurdên derveyî welêt, di civaka Ewrûpî de wan bide nasandin û heta jê bê li ber barê wan rabe.Bi rêz û silavên brayetîDEM-KURDKomela Demoqratên Kurd li AlmanyaKurdische Demokraten in Deutschland.e.V(DEM-KURD) 

28.12.2015

Back to top button