Nivîsar

Serdana papa bû metirsiya dagirkera

SerdanaPapa Francîs a başûrê Kurdistanê û awayê pêşewaziya Papa û herweha gotinên erênî Papa di derbarê herêma Kurdistanê de gotin ji bo Tirkiye bû sedemê metirsiyekî. Partiyên siyasî û wezareta derve ya Tirkiye di derbarê pulek ku weneyê Papa û erdnigariya Kurdistanê li ser, daxûyani dan û bi awayekî başûrê Kurdistanê tehdit kirin.

Rojeva hemû partiyan de pirsa Pul a ku erdnigariya Kurdistanê li ser hebû. Wek her carê hinek partiyan ev yek kirin malzemeyek siyasî. Hemû partiya dan xûyakirin ku, li başûr beşek ji axa Tirkiye wek Kurdistan daye nasandin û erdnigariya Kurdistanê de cih daye hinek wilayetên Tirkiye.

Ev helwesta wezereta derve û herweha ya partiyên siyasî di parlementoyê de, ne tiştek nûye û di rastiya xwe de ne gelek balkêşe jî. Ji ber ku her dema behsa Kurdistanê tê kirin aliyên siyasî yên Tirkiye heman helwestê datînin. Piraniya caran jî ji bo siyaseta navxwe de wek babetek ku welatparêziya xwe bidin xûyakirin dinirxînin. Wezereta derve ya Tirkiye  cardin daxûyaniyek ne diplomatik û tene ji bo bikeve rêza aliyên din yên siyasî de da.

Konsulusxaneya Tirkiye li Hewlêr heye û rojane erdnigariya Kurdistanê dibinin, lê wek ku, ev cara yekeme ku ev yek hatî rojeve nirxandina dike û daxûyaniya radigihîne.

Tirkiye û aliyên siyasî bila bêxin di mejiyê xwe de ku, beşek a Kurdistanê ji aliye Tirkiye ve hatiye dagirkirin û ew wilayetên ew behsê dikin Kurdistane. Her dema behsa Kurdistanê bê kirin dê ev wilayet bene kifşkirin. Lê tu cara aliyên siyasî li Tirkiye naxwazin vê rastiyê bibinin. Di parlementoyê de hemû partiyên siyasî behsa vê yeke kirin û li dijê desthilatdariya başûrê Kurdistanê gotinên tund gotin.

Mixabin di parlementoyê de aliyek yan jî kesek tunebû ku bersiva gotinên partiyên siyasî yên nijadperstî bidin. Kesek tunebû ku beje ew dever Kurdistane û tu tiştek eceb nehatiye kirin. Kesek tunebû vê rastiya dîrokê li rûyê nijadperestên Tirk bide. Kesek tunebû bibe bersivek ji hestên miletê Kurd re.Mixabin HDP sere xwe tewand û deng dernexist. Lê dema behsa hinek pirsen ku tu pêwendiyan wan Kurdistanê re tunebe, HDPê şova siyasî dike. Lê dema pirs Kurdistan be , HDP kor e , ker û lal e. Bi navê Kurda heyina wan parlementuya Tirkiye de bê wateye û ji xusarê pêve tiştekî ji bo Kurdan nakin.

Mixabin heta vê gavê deng ji partiyên kurd li bakurê Kurdistanê jî derneketiye. Hêvî ewe ku di demek herî nêz de hinek alî di vê derbarê de du gotina bejin û bidin xûyakirin ku rastiya erdnîgariya Kurdistanê heye û aliyên siyasî li Tirkiye di vê derbarê nijadpersetiyê dikin.

Di rastiya xwe de dema mirov behsa alozbûna hestên netewî li bakurê Kurdistanê dike, di bûyerên bi vî awayî de dibine ku, Kurd li xwe û diroka xwe awayê pêwist xwedî dernakevin. Dema pêwist bi du rêz nivîsandin yan jî bi daxûyaniyekî bersiva nijadperestên Tirk nadin.

Aliyên siyasî li Tirkiye tevî hukumet û desthilata xwe bi hevre li himber xeta netewîya Kurdistanê vereşîyan û nijadperstiya xwe dupat kirin. Lê dê rojek ji roja li himber rastiya heyî bê hemdê xwe sere xwe bitewînin.

11.3.2021

Analîz/Rojevakurd

Back to top button