Serdana Barzani ya Tirkiye û têgihandina siyasî
Serdana serokê Kurdistanê ya Tirkiye vê care bi bilindkirina ala Kurdistanê balefirxaneya Stanbulê û ya Enqere bi awayek din hat şirove kirin.Bê guman hildana ala Kurdistanê li Stanbul û Enqere peyamek nûjene di pêwendiyên Tirkiye û Kurdistana Başûr de.Ji aliyek din ve di vê pêvajoya Kurdistana Başûr ber bi serxwebûnê ve diçe, cureyê vê pêwendîyê hêja girîngtir dibe.Lê mixabin hinek aliyên siyasî yên Kurd û Tirk vê sardana serokê Kurdistanê ne zanin û mejiyê çepên tirkên Kemalist dinirxînin.Serokê Kurdistanê tu cara li ser hesabê kurdên bakur pêwendî li gel Tirkiye re danenine. Her demi hewldane ku kurdên Bakur bi rêya diyaloge û metodên demokratik ji bo mafên xwe yên rew bitekoşin.Serokê Kurdistanê piraniya cara ji derê serokkomar û serokwezîrê Tirkiye li gel aliyên Kurd jî dicive. Herweha vê care jî li gel Ahmet Turk û Siri Sakik jî civiya. Piştî civînê daxûyaniyên Turk û Sakik li hole ne.https://rojevakurd.com/turk-serok-barzani-ji-bo-kurda-gelek-giringe/Kemalist û çepen netewiyên Tirk li dijê sardana Barzani û rakirina Ala Kurdistanê dijitiya hukumeta xwe kirin. Heta niha ew kes ala Kurdistanê wek “paçikekî“ bi nav dikin. Ew ziyniyeta dijê Ala Kurdistanê û sardana serok Barzani ya Tirkiye kî bin û çi alî bin, zihniyetek faşîst û nijatperestên Tirk e.Medya PKKê nirxandinek li ser vê serdanê dike û dijminatiya Kurdistanê û Barzani dike.http://www.lekolin.org/haber-5342-KDP-Kurt-dusmanligina-destek-veriyor.htmlSerokê MHPê Devlet Bahçeli di gruba partiya xwe ya di parlementoyê de axivî û di derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê de got: Em naxwazin Ala Kurdistanê li ba Ala Tirkiye bibînin. Herweha bilindkirina Ala Kurdistanê wek skandalek bi navkir.Di vê derbarê de Bahçeli got: Ew yek skandal e, şerm e û rezîltî ye. Kî destûr daye qaşo ev al li wir bilin bibe? Gelo bilindkirina Ala Barzanî nezanîna burokratekê ye? An jî perçeyekê plangeriyê ye?”


