Polîtîk

Çavê Kurdên Bakur li ser hewlên Serok Barzanê ne

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyê bûye rojeva hemû Tirkiyê, Kurdên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin, çavên me li ser hewlên Serok Barzanî ne ji bo çareserkirina doza Kurdî li Tirkiyê.Rojnamevan û çavdêrê siyasî yê Bakurê Kurdistanê Mihemed Sanrî derbarê serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê û hevdîtinên wî ligel berpirsên wî welatî, ji malpera KDP.info re axivî û ragihand: “Serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê cihekî berfireh di medyaya Tirkiyê de cih digire. Piraniya medyayên Tirkiyê giringiyeke mezin dane serdana Serok Barzanî û hevdîtinên wî ligel berpirsên Tirkiyê, ku wê serdanê bi erênî dibînin. Li gorî wan medyayên Tirkiyê di hevdîtinan de pêşhatên Rojhilata Navîn û nexasim şerê li Iraq û Sûriyê hatine gotûbêjkirin, herwiha pêwendiyên aborî yên di navbera Hewlêr û Enqere de hatine nirxandin û behsa girêbestên petrola Kurdistanê kirine. Tê pêşbînîkirin ku yek ji xalên din ên girîng, pirsa vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bo ser warên xwe, bû.”Bi baweriya wî rojnamevanê Kurd hildana ala Kurdistanê li Balafirgeha Ataturk a Navdewletî di pêşwaziya Serok Barzanî de, nîşana gaveke nû û dîrokî ye di pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, lewma jî ew yek nîşan e ku Tirkiyê amade ye serxwebûna Kurdistanê qebûl bike, ji ber ku Kurdistan bûye cihê berhemanîna asayiş û tenahiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê.Herwiha nîşana wê yekê ye ku pêwîst e Tirkiye siyaseta xwe li hemberî gelê Kurd bughere.”Derbarê helwesta Kurdên Bakurê Kurdistanê li ser wê serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê, Mihemed Sanrî wiha got: “Hevdîtinên Serok Barzanî ligel her aliyekî be, xwedî bandore li ser Kurdên Bakur û ew hevdîtin cihê serbilindiya hemû aliyan e. Ew êdî bûye rêber û pasevanê doza gelê Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê. Wek em dizanin ku HDPê nûneratiya Kurdên Bakur dike, berpirsên wê partiyê jî daxwaz ji Serok Barzanî dikin ku rola xwe bilîze di pêvajoya aştiyê û çareserkirina doza Kurdî li Tirkiyê. Lewma jî em dikarin bêjin çavê Kurdên Bakur li ser hewlên Serok Barzanê ne.”

Back to top button