Nivîsar

Şer û mirin

Ka li komkujiya Qilebanê binêrin. Ji ser bombe û perçekirina 34 kesan de 4 meh zêdetir derbas bû.

Hej jî berpirsiyar ne hatine eşkere kirin.

Îqtidar berpirsiyaran diveşêre. Her roj bêtir dibe şirîkê sûc. Dema rojek darazê dest avêt mijarê, hingê dê hinkesên şriîkê sû cli ser sendeliyê gumanbar rûnin.

Hikumeta ku berpirsiyara dernaxe holê, ewil dê bibe berpirsiyar, paşê jî dê bibe gumanbar. Ez bi bawerim ku, bi têkilî Qilebanê (Uludere) dê pir general jî bên darizandin.

Ferqa vê bûyerê û bûyera ’33 Gule’ General Mustafa Muglali kirî tune ye. Kesên ku seranserê 4 seetan gundiyan (qaçaxçiyan) şopand û ji yekîneyên li herêmê ne pirsî gelo çi dibe û bi balafirên şer 34 gundiyan qetl kir, beriya ‘mehkemeya mezin’ dê liv ê dinyayê bên darizandin.

Serokatiya sererkaniyê hêj jî belgeyên bûyerê naşîne dozgeriyê. Zen dike ku dê weke sererkanên berê neyê darizandin. Difikire ku kuştina 34 ‘gundiyên kurd’ tiştek asayî ye. Û gellek mirovên me yên ji pevçûnê hez dikin, têkilî vê pevçûnê nabin.

Naxwazin bi îqtidara îro re bikevin pevçûnê. Berpirsiyarên Qilebanê dê li dadgehê hesab bidin. Lê kesên li hember vê bûyerê bêdeng mayîn, dê hesab bidin wîjdana xwe ya ku bi şirîkatiya îqtidarê pelişî.  Dê hesab bidin gotinên xwe yên dabarê dîn de avêtin.

 Dê hin kes derkevin û gotinên wana yên derbarê dîn de gotin, rexne bikin. Dê arîkarên serokwezîr yên ku derbarê rêzefîlman de rexneyên xwe tînin ziman jî bibin mixatabê van pirsan.

Hilbet mirovên dindar j imin çêtir dizanin. Nav bera dîndarbûn û rastîbûn, exlaq û li mirov xwedî derketin ji hev dûr dikeve. Ev jî rastî heyama ‘partiyek dîndar’ hat. Lê li gor min ev ji kesên dindar re ne sedema şabûn rûmete.

Mirovan kuştin.

Bi bombeyan perçe kirin.

Ve yekê jî, piştî bi heronan temaşekirina seranserê 4 seetan kirin. Û niha bêdengin.

Û gellek kesên dikarin bi serokwezîr re bikevin pevçûnê jî bêdeng man.

Pevçûna min û serokwezîr ne mijarek taybete, hûn jî dikarin beşdar bibin.

Lê heke hûn bixwazin piçek bi rêzdar bin, rast û xedî exlaq bin, de kerem bikin, beşdarî vê pevçûna Qilebanê jî bibin.

Dema serokwezîrê we piştgirî dide, şîkeyê hûn bêdengin, dema serokwezîrê dibe piştevanê kujerên gundiyan, hûn bêdeng dibin.

Herin wêneyên wan gundiyên ku perçeyên wana bi betaniyan hatin pêçan û kişandin, binerin.

Bi navê dîn binêrin, bi navê exlaq, rastî, mirovahî û wîjdanê binerin. Û piştî temaşekirina wan wêneyan, guh bidin ew dengê ji kezeba we derketî.

Dê ew deng nîşan bide ku çiqas dîn, exlaq, rastî, mirovatî û wîjdana we maye.

Ger qet dengê we dernekeve, hûn bejin ka hûn çi ne. 

 

Ahmet Altan

 

Taraf/Xeberenkurdi.com

Back to top button