Hêzên Nato xwe nîzikî tixûbê Suriye dikin

Nato xwe nêzikî tixûbê Suriye dike. Hewldanên nûnêrê taybet yê YN Kofi Annan ji bo aşitiyê li Suriye tu encam nedan. Dema ev hewldan berdewambûn, kuştinên herî mezin û komkujî li Suriye çêbûn. Rejima Suriye di vê demê de dijwartir êrîş birin li ser xelkê ku berxwedide.

Niha jî li gora nûçeya malpera çnternetê ya DEBKAfile 17 welatên endamê NATO yê 15-ê gulanê tetbîqatek leşkerî li Urdunê tixûbê Suriye  pêktînin.Tê gotin ku wê welatên erebî yên wek Suudiyê, Qeter û Urdin jî pişgiriyê bidin welatên NATO yê. Tirkiye tenê di derbarê îstixbaretî de tevlî vê tetbîqatê dibe.

Malpera DEBKAfile îdia dike ku, dê ev tetbîqat 10 rojan berdewam be û dema pêwistî bête dîtin wê bikevin nava axa Suriye de jî.

Tê îdia kirin ku, piştî hevçûyînên di navbera rejima Esad û hêzên opozisyonê de taybetî li Şamê mezintir bûyîn, Esad hêzên xwe yê taybet hemî li dora bajarê Şamê kom kirine. Bi vê tetbîqatê dixwazin cih li Esad tenk bikin û awayek din jî NATO dixwaze peyamekî bide welatên ku pişgiriya Suriye dikin, wek Rusya û Îranê.

Malpera înternetê ya bi navê DEBAKfile weşanê dike bi nêzinbûna dezgehê îstixbarata Îsrail MOSAD tê naskirin.

Nerîna min :