Kultur

Derhinêrê kurd xelata Civis ya Medîa Europa 2012 stand

Filmê derhinêrê Kurd Mano Xelîl yê bi navê ‘ Baxçeyê buhuştê’ roja 9. Gulanê 2012 li Parlementa Europa li Brusselê paytexta Belcîka xelata yekemîn a filmên Dokumentar ya 25 saliya saziya CIVIS ya Media Ewropa stand.

Xelata CIVIS li perlamenta Europa û bi başdarbuna gelek Hunermend û siyasetmedarên Europî û serokê Parlemanta Europi Berêz Martin Schultz hat wergirtin. Xanim Angela Markel bi riya Televizîonê peyamek şand û serkeftin bo hunermendan xwest.

Filmê Derhéner Mano Xelîl “baxçeyê buhuştê”, li paytexta Swissre Bernê berî du salan hatiye kişandin û li ser xebat û jiyana rojane ya kêmenetewên li vê welatî hatiye çêkirin.

Ev Fîlm di Festîvala Berlinalê ya 2011 de hatibu nîşandan  û herwiha xelata Paytexta Swîsre a sinema girtibu û hatibu helbijartin bo xelata sinema Swîsrî Quartz 2011 herweha hêjayê xelata mezin ya “Prla” hatibû dîtin.
Heta roja îro li dehan Festîvalên navnetewî hatiye sanidan.

Back to top button