Duhî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî gunehbariyên hinek berpirsên Komara Îslamî ya Îranê yên derbarê hebûna Îsraîlê li Herêma Kurdistanê red kir.

Li gor Rûdawê, berî demekê konsulê Îranê yê Hewlêrê Uzêm Hûsênî ragihandibû ku, zanyarî di destê wan de hene li Herêma Kurdistanê îsraîlî hene û li dijî Îranê kar dikin. Li hemberî van îdiayan, duhî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî ew gunehbariyên berpirsên Îranê yên derbarê hebûna Îsraîl li Herêma Kurdistanê red kir.

Ev jî teksta daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye:

Ev demeke hêjmarek berpirsên Komara Îslamî ya Îranê di daxuyaniyên xwe yên cûda yên bê bingeh ên derbarê qaşo Herêma Kurdistanê bûye navenda perwerdekirin û cihê çalakiyên sîxûrî yên îstixbarata Îsraîlê.

Bêguman ev ne cara yekemîne ku hinek berpirsên Komara Îslamî bêyî ti belge û sedemekê, daxuyaniyên bê bingeh belav dikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare êdî li beramberî van gunehbariyan bêdeng bimîne. Lewra em li vê derê ji raya giştî re dûbare dikin ku meseleya hebûna navend û baregehên Îsraîlê yên li Herêma Kurdistanê ji rastiyê dûr e û em wan gunehbariyan bi tundî red dikin.

Tevî ku em piştrastin berpirsên Komara Îslamî bi xwe jî vê rastiyê baş dizanin ew daxuyanî hemû jî ji rastiyê dûrin, ji ber di civîna berpirsên bilind ên navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê de, me daxwaza pêşkêşkirina belgeyan kir. Lê wan heta niha nekarîne belgeyekê jî pêşkêş bikin û rastiya wan gotinan îspat bikin.

Herêma Kurdistanê girêdayî yasayên navneteweyî û bingehên dîplomasiyê ye. Em dixwazin peywendiyên me li ser bingehê berjewendiyên hevbeş û rêzlêgirtina dûalî be.

Di vê dîtinê de Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina peywendiyên ligel welatên cîran xwediyê siyasetekî dirûste, rêzê li yasaya navneteweyî digre û razî nabe ku xaka Herêma Kurdistanê ji bo dijberîkirina welatên cîran bê bikaranîn. Hevdem em naxwazin ku ti aliyek destê xwe bêxe nava karûbarên aliyên din.

Bêguman daxuyaniyên bi vî awayî ti xizmetekê nagihîne peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Îranê. Hevdem hewleke ji bo tevlîkirina Herêma Kurdistanê ya li milmanêya navbera Komara Îslamî ya Îranê û Îsraîlê ku em bi ti awayî naxwazin bibin beşek ji milmilanêyên bi vî awayî.

Em ji bo derxistina rastiyan daxwazê ji wezareta derve ya Iraqa Federal dikin ku daxwaza belgeyan ji berpirsên Komara Îslamî bike. Ji bo rastî ji bo hemû aliyan eşkere be û êdî gunehbariyên bi vî awayî yên bê bingeh li ser zimanê hinek berpirsên Îranê belav nekin.

Em hêvîdarin ku berpirsên Komara Îslamî ya Îranê wekî çawan di hevdîtin û civînên fermî de niyeta xwe ya ji bo xortkirina peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê û tevayî Iraqê dûbare dikin, bi wî awayî rêz li prensîbên girêdayî dîplomasiyê bigrin. Rê li daxuyaniyên bê bingeh bigrin, ji ber dema wê yekê hatiye ku sînorek ji bo daxuyaniyên bi vî awayî yên bê bingeh û dûrî rastiyê danin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

12-05-2012

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: