Zaningeha Dicle beşê kurdî vedike

Zanîngeha Dicle’yê di 26’ê Nîsan’ê de biryar girt ku, beşa ziman û edebîyata Kurdî veke û di beşên weke tip û perweredehîyê de jî Kurdî weke dersê hilbijartî bide. Ev biryara zanîngehê ji bo pesendê ji YOK2ê re hate şandin.
Ji sazîyên sivîl yên Amed’ê ji bo vê biryara zanîngehê piştgirî hat. Di derbarê mijarê de fikr û ramanê sazîyan wiha ne:
Serokê (DÎGÎAD)’ê Alaattin Korkutata: Em biryara Zanîngeha Dicle’yê pir xweş dibînin. Xelkê herêmê dixwaze xwe bi zimanê xwe îfade bike, ev daxwazeke pir xwezayî ye. Belê xelkê herêmê lazim e bi zimanê xwe perwerdehîyê bibîne. Ev ji bo yekîtîya welatê me jî tiştekî pir girîng e.
Serokê şaxa Amed’ê ya Özgür-Der’ê Bülent Yılmaz: Mamoste û doqtorên ku li herêma Kurdan wezîfe dikin lazim e zimanê herêmê jî bizanibin. Li fakulteya tip û perwerdehîyê zimanê Kurdî wê bibe dersê hilbijartî. Ev tiştekî pir xweş e. Em ji bo vîya pir kêfxweş in. Lê lazim e li fakulteya huqûqê jî Kurdî bibe dersê hilbijartî. Ji bo ku heq û edalet were cih divê zanîna Kurdî meseleyeke heyatî ye.
Her wiha di pêşerojê de ji bo perwerdehîya bi zimanê zikmakî mamoste lazim in. Ev mamoste jî wê ji beşa ziman û edebîyata Kurdî mezun bibin. divê beşa ziman û edebîyata Kurdî li hemû zanîngehên herêmê belav bibin.
Nûçevan