Kultur

Li Merîwanê festîvala leyîstokên kurdewarî (bi wêne)

 Dûyemîn festîvala leyîstokên kurdewarî li bajarê Merîwanê yê rojhilatê Kurdistanê bi dawî bû. Festîval bi tevlîbûna grûbên hunerî û werzêşî yên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê yên başûrê Kurdistanê, grûba kurdên Xoresanê, çend grûbên werzêşî yên ji Sine û Merîwan roja pêncşema borî (10.05.2012) dest pê kir û duh (12.05.12) bi dawî hat.

Di festîvalê de gelek leyîstokên kurdewarî yên kêşana werîs, gurêş û dîlana kurdî hatin pêşkêşkirin. Ji bilî grûbên kurdî, gelek grûbên Îranî ji Esfehan, Erak û Gulistan beşdarî festîvalê bûn.

 

(Rûdaw)

Wêne: Kurdipress

Back to top button