Akademîsîyenê Kurd Kemal Seyid Qadir ragihand, ku malpera serok wezîrê Iraqê Nûrî Malikî yek ji gotarên wî li ser Barzanî yê Nemir bi bê agahdarîya wî belav kiriye. Seyid Qadir dibêje, ku wî daxwaza rakirina evê gotara xwe kiriye û wî rêzeke bê payan bo rêberê nemirê Kurd Mela Mistefa Barzanî heye. Ew dibêje, ku rê nade dujminên Kurd da ku nivîsên wî yên berê bo berjewendîya xwe bi kar bihînin.

 
 
Ew demeke malpera serokatîya wezîrên Iraqê Nûrî Malikî gotar û nerînên dijî serkirdeyên Kurd belav dike û bi taybetî jî li dijî serokatîya herêma Kurdistanê û hukûmeta Kurdistanê belav dike.
 
Di bêjedaneke taybetî de, Dr. Kemal Seyid Qadri ji PNA re got:´´ Malpera Nûrî Malikî bi bê agahdarîya min yek ji gotarên min li ser Mela Mistefa Bazranî yê nemir belav kiriye. Belav kirina vê gotarê bi bê agahdarîya min bûye, min pêwendî bi wan nekiriye û min negotîye wan ku ewê gotarê belav bikin. ´´
 
Seydi Qadir di dirêjîya bêjedana xwe de got: ´´ Herweha ev babet niha lis er Facebookê jî hatîye belavkirin, ji ber hindê min nameyek ji wan re (malpera serokatîya encûmena wezîran a Iraqê) şandîye û min daxwaz ji wan kiriye ku ewê babetê rakin, çimku armanca wan, tenê têkdana rêzên Kurd e û dixwazin armancên dijminadiya xwe bi dest bihînin.´´
 
Seyid Qadir herwisa da xuyakirin:´´ Ez mijûl bûm, min serdana malpera Malikî kir da ku ez qise û axavtinên naşîrînên wî li ser Kurdan bizanim, ji ber ku ewê maweyê êriş dikin ser Kurd û ji nişka ve min gotarekî xwe li malpera wî dît ku danîbûn. Piştî hingê min nameyek ji wan re şand û min ji wan re nivîsî ku min rêzek bê payan bo malbata Barzanî yê nemir heye û ew yek ji serkirdeyên Kurde.´´
 
 
Qadir dibêje, ku ´´ min di evê nameyê de nivîsî her çend ez berê opozisiyon bûm belê ez rê bi dujminên Kurd nadim nivîsên min ên berê bo berjewednîya xwe bi kar bihînin.´´
 
Kemal Seyid Qadir niha li Kurdistanê ye û kar bo serbixweyîya Kurdistanê dike. Qadir tekezî dike:´´ renge amadebûna min li Kurdistanê, ew dilgiran kirine, belê min hîç arîşeyek nîne û ez dê hemû tuwana û şîyanên xwe bo serbixweyîya Kurdistanê bi kar bihînim.´´

 

Dr. Kemal Seyid Qadir, demek dirêj taybetî li dijê Barzaniyê nemir û serokê Kurdistanê Mesud Barzanî nivîsên gelek hişk û di ne cih de nivîsandine. Kemal xwe wek opozisyon didîta û ji rexneyê zêdetir di nivîsên xwe de heqaret dikira. Herweha wek ew bi xwe jî tê gihayî dijminên tevgera kurd dema pêwist karîne van nivîsan û helwesta Dr. Kemal ji bo berjewendiyên xwe li dijê kurdan kar bînin.

Îro Dr. Kemal bi xwe gihatiye baweriyekî ku rastî dîtiye û naxweaze kesek nivîsên wî yên kevin li dijê Tevgera kurd û Barzaniyan bi kar bîne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: