Civak

Şer li Îraqê germ dibe û Pêşmerge jî di amadebaşiyê de ye

Piştî  arteşe Îraqê, bi taybetî hêza Operasyonên Dîcle û hêza Swat ku, her du hêz jî yekîneyên taybet in û dîrekt ser bi serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî vene, êrîşî meydana xwepêşanderên qezaya Hewîce ya ser bi wîlayeta Kerkûkê ve kirî û di encamda  zêdetir ji 50 kesî hatîn kuştin 150 jî  birîndar bûn, şerê di navbera arteşa Îraqê û eşîrên erebên Sune li wê deverê gerim dibe  û leşkerên mezhem Sune ji arteşa Îraqê cuda dibin û li kêleka çekdarên eşîran şerê arteşa Îraqê dikin.

Duhî çekdaran êrîşî bajarokê Silêman Beg yê ser bi wîlayeta Selahedînê ve kir û hemû bajêr, hemû saziyên leşkerî, polîs, emnî û saziyên hikûmetê xistin bin kontiloa xwe, niha hêzên yabet yên arteşa Îraqê bajarokê Silêman Beg dûrpêç kiriye û xwe amade dike êrîşî bajêr bike.

Herwesa çekdaran rêye serke ya navbera Bexda û herêma Kurdistanê kontirol kiriye.

Ji ber van bûyeran, wezareta Pêşmerge ya herêma Kurdistanê, ji bo rûbirûbûna her egereke buiqewime, hemû hêzên Pêşmerge yên li sînorê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê,  xistine haletê amadebaşiyê de.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku hevdem fermandeyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye, hêzên Pêşmerge agadarkirine ku, di van bûyeran de hevsengî û bêalîbûnê biparêzin.

Çavdêlrên siyasyî van bûyeran bi destpêka şerê navbera Sune û Şîeyan dizain û êdî Sune jî ber bi avakirian herêmeke taybet bi Suna ve diçin.

Back to top button