Polîtîk

Komcivîna civata kurd li Almanya pêk hat

Civata Kurd li Almanya 5.Komcivîna xwe li bajarê Giessenê pêk anî û birêveberiyeke nû û ciwan hilbijart.

Civata Kurd li Almanyayê ku di sala 1994an de hatibû damizerandin û heta sala 2002 aktîf bû, komcivîna xwe ya 5. Pêk anî û xwe jinû ve reorganîze kir.

5. Komcivîna Civata Kurd li Almanya li bajarê Giessenê û bi beşdariya dora 60 nûnerên ji komel û grûbên xebatê pêk hat. Di Komcivînê de bi taybetî li ser pêwistiya temsîla berjewendî û temsîla civaka kurd li Almanayayê di platformên fermî de hate rawestandin. Komcivînê ji mihasabe û minaqeşeyên salên bohirî bêtir serê xwe bi xebat û konsepta siberojê êşand û xebata bo kurd ji aliyê hikumeta alman û saziyên dewletî weka civakek serbixwe were naskirin û temsîlkirin da ber xwe.

Di komcivînê de pirayiya wan ciwan û li Almanyayê mezin bûne, birêveberiyeke nû jî hat hilbijartin. Birêveberiya nû piştî komcivînê li cîhê komcivînê, civîna xwe ya yekem pêk anî û di nava xwe organên xwe hilbijart.

Birêveberiya nû ya Civata Kurd li Almanya ji van kesan pê tê:

Ali Ertan Toprak, serokê giştî
Mehmet Tanriverdi, cîgirê serokê giştî
Gulistan Baghistanî –Berse, cîgira serokê giştî
Cahit Basar, sekreterê giştî
Bariş Duran-Yildirim, cîgirê sekreterê  giştî
Jînda Ataman, muhasiba giştî

Herweha sêyê wan keç û jin neh kesên dinê jî ketin komîteya giştî ya birêveber.

Back to top button