Şer ket nav Mûsilê
Şerê navbera çekdarên ser bi eşîretên erebên Sune ve ji gund û bajarokên ser bi wîlayeta Selahedînê ve ber bi wîlayeta Neynewayê diçe û duh çer ket nav bajarê Mûsilê navenda wîlayeta Neynewayê û çend polisên federalî yên ser bi Bexdayê ve û çekdar hatin kuştin.
Li gor çavkaniyên çapemeniya erebî li Îraqê, li çend taxên bajarê Mûsilê weke taxê Babulcedîd û taxê Elerebî şer û pevçûn navbera çekdarên ser bi eşîran ve û polîsê federalî yê ser bi Bexdayê ve qewmiye û ji encamê wan şer û pêkdadanan de 6 polîs û 4 çekdar hatine kuştin.
Eşîrên erban yên Sune yên ser bi wîlayeta Mûsilê ve daxwaz dikin ku arteşa Îraqê û polîsê federalî ji bajarê Mûsilê derkeve û li şûna wan çekdarên ser bi eşîran ve emniyeta bajêr biparêzin.
Weke yê zanîn beriya niha şerên mezin li Hewîce, Selêman Beg û çend deverên din yên ser bi bajarê Tikrîtê ve çêbibûn zêdet ji 50 kesab hatibûn kuştin.