Kultur

Li festivala Cannes’ê fîlmekî kurdî

Filma davî yê derhênerê kurd Hiner Saleem ya bi navê My Sweet Pepperland (Welatê min yê ji isota şirîn) li 66e mîn festîvala Cannnes’ê ji bo beşa « Un Certain Regard » hate hilbijartin.

Wek tê zanîn di beşa « Un Certain Regard » ya festîvala Cannes’ê de fîlmên bi nêrînekî cûda hatine çêkirin û bi zimanekî nû behsa civatê diken tên nûşandan. Pishtî fîlma xwe ya bi navê Kilomètre Zéro ku di sala 2005ê li festivala Cannes’ê ji bo beşa pêşbirkê (Sélection Officielle) hatibu hilbijartin, 9e mîn filma dirêj yê Hiner Saleem My Sweet Pepperland jî ku bi temamî li Kurdistana başur hatîye kêşandin vê di çarçoveya festivalê de derbikeve pêş çavên jurîya festîvalê ya di bin serokatîya Steven Spielberg de. Hiner Saleemê bi eslê xwe Akreyî, bi taybetî bi filmên xwe yên wekî Vodka Lemon (2003) û Kilomètre Zéro (2004) tê nasîn û niha li Parîsê dijî.

Di vê filma davî ya Hiner Saleem de, aktrîsa îrani ya nasdar Golshifteh Farahani û aktorê kurd Korkmaz Arslan ku bi eslê xwe ji Dêrsimê ye rolên sereke dileyizin.

Derhêner : Hiner Saleem
Produksîyon : Fransa, Elmanya, Kurdistan
Dirêjahî : 100 Deqîqe
Ziman : Kurdî (Zazakî, Kurmancî, Soranî)
Tarîx : 2012
Lîstikvan : Golshifteh Farahani, Korkmaz Arslan, Suat Usta, Feyyaz Duman, Mîr Murad Bedirxan, Tarik Akrevi, Véronique Wütrich,

Lînka festivalê : http://www.festival-cannes.com/fr/article/59652.html

Back to top button