Li Rojava çar partî dibin yek
Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro aşkere kir ku her çar partiyên endamên Yekîtiya Siyasî biryar dane “di nava mehekê” de biryara dawî derbarê yekîtiya her çar partiyan bidin.
Di 15ê kanûna 2012 de, Yekîtiya Siyasî di navbera Partiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê (Ebdilhekîm Beşar), Partiya Yekîtî ya Kurd û herdu partiyên Azadî (Mistefa Oso û Mistefa Cuma) hat avakirin.
Di programa wê yekîtiyê de hatiye ku yekîtiya wan ya siyasî gaveke ber bi yekîtiya rêkxistinî ve.
Îbrahîm Biro derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand, “Sekreterên her çar partiyên siyasî li Hewlêrê civiyan û biryar dan ku di nava mehekê de nêrîna dawî derbarê yekîtiya her çar partiyan de bidin.”
Biro got, “Her partiyek wê vegere hevalên xwe yên di komîteyên navendî de û divê di nava mehekê de nêrîna dawî li ser yekîtiya her çar partiyan amade be.”
Biro bal kişand ku ew wek Partiya Yekîtî bi yekîtiya her çar partiyan razî ne, lê hin alî dixwazin vegerin komîteyên navendî berî ku biryara xwe ya dawî bidin û ev yek jî mafê wan e.
Îbrahîm Biro her wiha got, “Eger îradeya yekîtiyê li cem her çar partiyan hebe û tu astengên rêkxistinî di pêşiya wê de dernekevin, wê di nava mehekê de biryara yekîtiya wan partiyan bê dayîn.”
Her çar partiyên Yekîtiya Siyasî di Encumena Niştimanî ya Kurd de endamin.
Partiyên din yên di nava encumena kurdî de dibêjin, karên encumenê ji ber avakirina Yekîtiya Siyasî rawestiyane.
Lê belê, berpirsên Yekîtiya Siyasî ji destpêka avakirina wê de dibêjin yekîtiya wan ji bo bêtir aktîvkirina encumena kurdî ye