Dosya

Her heft madeyên lihevhatina Hewlêr û Bexdayê bixwîne

Di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî berdefkê fermiyê hikûmeta Kurdisdtanê dibêje ku, piştî şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ji Bexdayî vegeriyayî bo Hewlêrê, çend kanalên mediyayê bi awayekî şaş û dûr ji rastiyê behsa rêkeftina di navbera serokêwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwewzîrê Îraqê Nurî Malikî de  hatye îmza kirin, dikin. Ew kanalên mediyayê ji bona hindek armancên xwe yên taybet hemû rêkeftina bi Bexdayê re, weke ku hatiye îmzakirin, nagehînin hevwelatiyan û hindek madeyên rêkeftinê behis nakin, dibêje Dizeyî.

Teksta rêkeftinê, weke ku hatiye îmza kirin li jêr biwîne.

1- Amadekirina pirojeyek taybet bo (qerebokirina qurbaniyên êrîşên enfal, çekê kîmiyayî, serhildan û gorênbikom) û hikûmeta federal bo wan penaberên li herêma Kurdistanêne, budceyeke taybet berdest bike.

2- Pêkanîna komîteyeke bala bo karûberên emnî û hevahengiya di warên emnî de.

3- Pêkanîna komîteyekê ji her du aliyan bo îdarekirina karûberên emnî bi awayekî hevbeş li deverên nakokdar (deverên kurdistaniyên dervey îdareya herêma Kurdistanê) ku, bi mekanîzmeke taybet û bêy fermandarên operasiyanan, bi taybet fermandariya Operasyona Dicle, bên îdare kirin.

4- Bihevrekarkirin ji bona danana qanûnekê bo diyarkirina sînorên wîlayetan, wek wê qanûna ji aliyê serokomarê Îraqê ve (Celal Talebanî) pêşkeşî civata wezîrên Îraqê kirî û reşnivîsa qanûna  hilweşandina biyarên (Civata serokatiya Şoreşê a Bass ê) ku, ji aliyê civata wezîran ve hatiye pêşkeş kirin.

5- Pêkanîna komîteyeke hevbeş bo lêkolîna pirsên qeza, gomirk, sefer, deriyên ser sînoran û yên din li her du hikûmetên federal û hikûmeta herêma Kurdistanê.

6- Ji civata wezîran bê daxwaz kirin ku, qanûna budceya federal a sala 2013ê û pêvekên wê bi awayekî usolî di ber çavan re derbas bike.

7- Pêkanîna komîteyekê ji her du aliyan bo rêkeftin li ser reşnivîsa qanûna neft û gazê û reşnivîsa qanûna dabeşkirina dahatiniyê neftê.

Back to top button