Şer: Du leşker hatin kuştin

Li herêma Hakarî li devera Şemzînan di nav leşkerên tirkan û çekdarên PKK-ê de şer derket.

Di encama şer de, 2 leşker mirin û 2 leşker jî birîndar bûn.

 

Wek tê zanîn bi hatina biharê leşkeran dest operasyonek berfireh kirine û taybetî li herêma tixûbê Kurdistana Başûr, ev  operasyon berfirehî berdewamin.Di van operasyonan de leşker û çekdarên PKK-ê rasta hev tên û şer derdikeve.

 

Şerê û li devera Şemzînan derketî,  leşkerek hat kuştin û  3 jî birîndar bûn.  Birîndar rakirin nexweşxanê û yek ji birîndaran nexweşxanê de mir,û hijmara miriyan gihat du kesan.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: