Civak

Rêya mehkemekirina Kenan Evren vebû

Enqere – Dema sala 1980-ê li Tirkiye Kenan Evren û hevalên xwe înkilaba leşkerî kirin, piştî demekî Destûra Bingahîn ya Tirkiye amade kirin. Madeyek di vê destûrê de hebû ku, li gora vê bi tu avayî kesên înkilaba leşkerî kirîn û derdora wan nayên mehkeme kirin û kesek nikarê wan ji bo xirabiyên kirîn  bêne tawanbarkirin.

Ev madde 15-ê bû. Eve 28 sal li ser qebûlkirina vê destûrê re derbas bûne. Gelek hukumet li Tirkiye çebûn lê kesekî destê xwe neda vê madeyê û neguhertin. Ji bo vê jî heta niha nakarîna ne Kenan evren, ne hevalên wî û ne jî kesek bi tawanbariya înkilaba leşkerê ya sala 1980-ê, mehkeme bikin.

Şevîdin di parlementoyê de madeya 15-ê hate rakirin. Hêdî rê li pêşîya mehkemekirina Evren û hevalên wî vebû.

Back to top button