Hevpeyvîn

Serdana serok Barzanî ya Lubnan û Siudiye serkeftî bû

*** Zêdetirê xelk û navendên şîrovekaran û kolanên Kurdistanê dipirsin, gelo ji bo çi serdana Serok Barzanî yên van welatan li vî demî de destpêkir?

 – Li rastiyê da ev her du vexwendinên van serdanên birêz Serokê Herêma Kurdistanê wekî vexwendineke fermî yê Erebîstana Su’udî û welatê Lubnanê, berî hilbijartina Iraqê hatibûn. Lê belê wê demê cenabê Serok mijulî meseleya hilbijartinê bû, ji bo wê yekê bi başî zanî serdanan heta demeke din paş bixin. Bi vî awayî jî ev serdan ketin piştî hilbijartinê, her wiha bernameya seferan jî li gor wan rojên diyarkirî hatibû danîn. Wate tu pêwendî bi encamên hilbijartinê ve tûnebû. Lê belê piştî ku roj hate diyarkirin û kete van deman asayiye mijareke ji mijarên acandaya serdanan pêwendî bibê bi Iraq û encamên hilbijartin û hikûmeta nû ya Iraqê. Li aliyeke din ve jî dibînîn ne ku serkirdeyên Erebîstana Su’udî an dewletên hevsû belku xelkeke zêdeyê ji wan welatên hevsû û ji wan welatên din girîngiyeke zêde dane hilbijartin û derencamên hilbijartinê. Li heman demî de dibînîn zêdetirê serkirde an Serokê lîsteyên Iraqê serdana van welatên hevsû dikin. Em jî dipirsîn eve çiye û çima? Li rastiyê da tişteke asayiye li her welatek ku hilbijartin bê kirin qonaxa dawî ewe ku Hikûmet damezrînin û danustandin li navbera lîsteyên serketî de destpêdike. Lê belê ewê ku dibînîn li rastiya xwe de pirsiyareke, gelo ji bo çi pêvajoya Iraqê bi vî awayiye, ji bo hemû lîstan û hemû aliyek ku diçin derve û dewruberê Iraqê.

 * Ev hemû girîngîdanên bi pêvajoya navxweya Iraqê ji bo çiye?

 – Pêvajoya Iraqê wisa lê hatiye ku welatên derdor û hevsû berjewendiya wan li nav Iraqê de hebe, êdî ji berjewendiyên baş bê an baş nebê eve tişteke dine. Li heman demî de tirsa wan ji pêvajoya Iraqê jî heye. Ew tirs jî cur bi cure, her welateke hevsû bi awayeke metirsiya xwe heye û bi awayeke diyarkirî berjewendiya xwe li Iraqê de heye ku pêvajoya Iraqê piştî sala 2003 bi vî awayî lê hat. Dibînîn ji bilî li Emrîka û welatên din ku leşkirên wan li Iraqê bûn, dewletên hevsû jî li destpêkê ve hewldan ku bandoreke wanê raste rast li ser rewşa Iraqê hebê, an jî bi her rêyeke din ve bê rola xwe hebe. Li ser vê bingehê dibînîn ku zêdetirê welatên hevsû girîngiyê bi pêvajoya Iraqê ve didin.

 *Dibe ku bibêjîn gengeşeyeke bihêz li navbera welatên dewruber di derbarê pêvajoya nû ya Iraqê de heye?

 – Bêguman em rewşê dibînin ku berjwewendiya wan li serî hildide, li hinek waran de li navbera hinekan de dibînîn berjewendiyên wan hevbeşe û li hinek aliyên din ve jî dibînîn ku hinek beramberî berjewendiya welatên dinê li Iraqê de kar dikin, ku wate wekî tê dîtin bi awayeke giştî hemû ew welatên ku li Iraqê de berjewendiya wan heye, her yek jî dixwaze wan berjewendiyên xwe biparêzê, an jî bandora wan ya li ser pêvajoyê zêdetir bibê. Bêguman Emrîkî jî li virin. Xaleke din heye ku li siyasetê da pêwîste mirov rast bê, bêguman ku ev welatên ku bandora wan bibê li Iraqê pêwîste mirov danustandinê li gel wan bike û bîr û raya xwe bixe rû û li gel wan danûstandinê bike. Lê belê li dawiyê de girîng eweye li van cihan çi bibêjî û behsa çi bikî, çi xalek girînge li cem te ku dixî rû. Xala duyem ewe ye ku biryar li destê te da bê, ev qonax gelek girînge, êdî hinek hêz hene ku biryar li dest wan daye an na eve jî tişteke dine. Lê belê ewê ku li aliyê Herêma Kurdistanê û aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve girînge eweye ku biryar li destê xwe da be û biryar li destê xelkê Kurdistanê da bê.

 * Ku wate dikarîn bibêjîn ji niha de Kurd xwedî ra û bername û acandaya xwe ye?

 – Li rastiyê da, ez naxwazim behsa hêzê siyasiyên dinê Iraqê bikim lê belê ji ber ku Kurd axa xwe heye û li ser axa xwe ye û eve nêzîkî bîst sal dibê Kurd li ser axa xwe kariye cureyek li serbixweyiya xwe hebê, eve jî bizanîn ku serbixweyiyeke tevahî li tu deverê dinyayê nîne lê belê cureyek li serbixweyî pêwîste hebê li meseleya biryardanê de, êdî eve girînge biryara siyasî ku bi destê xwe bê. Bi mixabinî eger behsa hêzê siyasiyên din bikîn dibînîn eve wiha nîne û bandorên derve li ser wan geleke, lê belê em jî li Iraqê dijîn, ku dibînî bandora welatên din li ser Iraqê heye wiha li te dike ku biçî û li gel wan danustandinê bikî û raya xwe bixî rû û heta bizanin raya Kurd çiye û li gel kî‌ dixwaze kar bike, û hêza te çiye li Iraq, bêguman ew welat jî xwedî hesabeke taybetin li gel rewşa Iraqê, ew pêvajoya welat û hêzê siyasiyan dibînin. Bêguman wê demê hesabeke taybet divê ji bo Kurd, hinek ji wan wekî dost têne pêşve, lê belê hineke din ji bo parastina berjewendiyên xwe li Iraqê dixwazin li gel Kurd pêwendî dirust bikin.

 * Girîngî pêdana welatê Erebîstana Su’udî bi Herêma Kurdistanê û rola birêz Serokê Herêmê çiye û jêdera xwe ji çi wergirtiye?

 – Bi nêrîna me hejmarek fakterê serekî hene ku pêkve bandora xwe heye li ser meseleya pêwendiya di navbera her du alî, her wekî li dema hevdîtina Padşahê welatê Su’udiye balkişand li ser wan pêwendiya dîrokî ya di navbera her du malbata Barzanî û El Su’ud kir. Lê belê li tenîşta wê girîngîdana pêwendiyê bi rola Kurd li Iraqê heye û pêwendî bi rola Serok Barzanî li Iraq û navçeyê û li Kurdistanê heye. Bêguman hemû ew faktor rola xwe li ser pêwendiya di navbera her du alî de heye. Ji bo vê mebestê dema ragihandin û medyaya Erebîstana Su’udiye ku behsa serdanê dikir bi awayeke bercestekirî û behsa Herêma Kurdistanê dikir. Eve girînge ew navê ku li destûra Iraqê heye, welateke wekî Erebîstana Su’udiye niha bi fermî bikartînin. Êdî li Iraqê hinek kes ku bikarnaynin eve şaşe û ne destûriye ji ber ku eger ew kesên siyasî û serkirde bin li Iraqê pêwîste ew nav û peyvên li destûrê de hatine nivîsîn wan bikarbînin ku û ew rastîne. Diyare hinek kes êdî her li bîra wê yekê vegerênin li ser eqliyeta kevin û merkeziyeta Iraq û sîstema federalî nebê‌, hinek kes hene dibin bi endama Parlemena Iraqê lê belê bawerî bi federaliyet nîne, hinek her bernameya wan ewe ye vê federaliyetê nehêlin. Ev hemû pêwendî bi vê ramana şovenî û regezperestî ve heye ku li Iraqê û nûnerên vê ramanê jî heta niha li vî welatî de her mane.

 * Hun dikarin piçek zêdetir behsa bernameya serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Erebîstana Su’udî bikin?

 – Li rastiyê da acandaya serdana birêz Serokê Herêm yê Erebîstana Su’udî du beş bûn, beşek pêwîst bû bi Herêma Kurdistan û Kurd û beşeke din jî pêwendî bi pêvajoya niha ya Iraqê ve hebû. Ewê pêwendî bi Kurd ve hebû ji aliyê her du alî ve guftugoyên pêwîst di derbarê wê hate kirin û xaleke dinê girîng ku dakokî li ser hate kirin ewe bû ku rola Kurd li mesele û hevkêşeyên pêvajoya Iraqê girînge, her wiha Su’udî behs li wê yekê jî kirin ku pêwîste Kurd rola xwe bibînê‌ û mafê xwe hebê û amaje bi wan xalan jî hate kirin Kurd sedema aramiya li Iraqê û pêwendî di navbera Erebîstana Su’udiye û Herêma Kurdistanê bi awayeke guncaw xistin ber behs ku ew pêwendî pêwîste dabimezrin‌ û geş bibin û berev pêşve biçin.

 Xala duyem her du alî bîr û raya xwe guherîne sebaret bi pêvajoya niha ya Iraqê û encama hilbijartinan de heta ku rûn bibê û bizanin ka arasteya wê berev çi aliyek ve diçe û çi cureyeke û çi awayeke rastiye li damezrandina Hikûmeta nû ya Iraqê, kî ‌dikare roleke girîng bibînê‌. Li ser van mijaran li gor pêwîstiyê bîr û ra hate danûstandin.

 * Li gor nêrîna cenabê we Su’udî ji bo Iraqê li gel çi cure nêrîn û paşarojeke dane?

 – Ewê ku rûne ew piştgîrî li siyaseta hinek aliyan dikin. Lê belê bi awayekî diyarîkirî behsa Vetoyê nehate kirin, ew jî pêwendî bi rastiya Iraqê ve heye, lê belê eger mafê diyar kirina wan hebê, ew jî xwedî nêrînekin û diyarkirina xwe jî dibe.

 * Çi pêwendiyek li navbera serdana birêz Serok Komarê Iraq û Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Su’udiye hebû, ku em hemû dizanîn serdan li demeke nêzîk û li pişt hev bûn?

 – Eve pirsiyareke xweşe, me got vexwendina birêz Serokê Herêm berî hilbijartinan bû û tû pêwendî li gel van serdanên niha ve tûne. Lê belê li demek de ku acandaya hilbijartinê û encamên hilbijartin hatin pêş dest bi danustandinên li Bexda hate kirin. Ji bo serdanên bi vî awayî dem bi destve namîne, ji ber wê dema birêz Serokê Herêmê her ewqas bû ku ji niha ve van serdanan encam bide. Ji bo vê mebestê piştî pêwendî kirina li gel Su’udiyan me pêşniyara wê rojê kir û wan jî qebulê‌ wê demê kir, lê belê ew dawetname ji bo Serokê Herêma Kurdistanê bû û pêwendî bi tû aliyek ve nebû.

 * Çavdêrên siyasî û şîrovekar dipirsin ji bo çi li vî demî de Su’udiye dixwaze bi vî awayî bê nav wan pirsgirêkan Iraq ve gelo eve mebesteke diyarkirî li pişte?

 – Li vir da ez nikarim wekî şîrovekareke siyasî bipeyvim, lê belê bi nêrîna min eve rastiye ku gengeşeyeke bihêz heye li navbera welatên hevsû li ser Iraqê, ew gengeşe jî ji bo eweye an desthilata xwe bihêz bike an eve kengê beramber de kêm bike, an ji bo xwe an nehêlî ewê din têda bê, bêguman nifusa Emrîka jî bi beramberî li gel yek du sê‌ sal berî niha li vî demî de cudaye, û hemû hesabata wê yekê dikin piştî vekişana Emerîka ji Iraq li 2011 rola wan welatan çi dibe li Iraq, biboçuna min ew gengeşe heye li Iraq lê belê bêguman ku ew gengeşe jî hebû temaşa grupên siyasiyan jî li Iraq de tê kirin heta bêzanîn kî‌ rola xwe li Iraqê heye, kî‌ rola girîng heye, hinek bîr li aramiyê dikin, hinek jî bîr li sedema têkdana aramîbûnê dikin, lê belê hemû aliyek ku pêwendî li gel Kurd û xelkê Kurdistanê û Serokê Herêmê dikin. Ji wê pêgeyê ve pêwendî dikin ku sedema wê aramîbûne û dikarê rola xwe hebê. Her wiha Kurd û axa wê jî bi dest veye û Hikûmet û Parlemena xwe heye û nûnerayetiya gel dike. Wate eve girînge hizbên din kursiya wan heye lê belê Kurd axa xwe heye kursi diçe û dikevê‌ lê belê axa naçe û ji holê ranebe. Eve jî giraniya Kurde li navxweya Iraqê. Tu dibînî bi beramber li gel lîsteyên din Kurd rêjeya kursiyan kêmtire lê belê bi sedema wê pêge û giraniya girînga ku heye wiha dike hemû Serokê lîsteyan bêne Kurdistanê. Hemu hatin û tên her ji niha ve hê encam bi fermî nehatiye ragihandin lê belê hemû tên li gel Kurd danustandinê dikin ji ber ku dizanin eger Kurd li gel wan nebê Hikûmetê dirûst nabê, an hikûmeteke felç dirust dibe, ku Hikûmet jî felç bû nikarê berdewam bê û pekve bibê.

 * Hun serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya Lubnanê çawa dinirxînin û girîngiya vê wêstgehê li kû da dibînin û çawa şîrove dikin?

 – Sebaret bi serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel ya welatê Lubnanê, diyare dawetnameya vê serdanê jî dema wê her dikeve berî hilbijartinan, lê belê ew derfet û demeke guncaw li ber dest da nebû, vê carê jî ku birêz Serok Barzanî serdana Su’udiye kir ji aliyê me ve jî baş bû piştî serdana Lubnanê jî bike, ji bo wê yekê jî dibînîn serdaneke gelek kêm bû, ji ber ku îş û karên li Kurdistanê gelekin û dem kême, lê belê di derbarê serdana Lubnanê de dikarîn bibêjîn mebest li du xalan da bû.

 Xala yekem, ji gelek waran de pêwendî li gel Lubnanê bo Kurd girîngiya xwe heye, li ser asta aborî jî dibînîn piştî kompanyayên welatê Tirkiye rêjeya kompanyayên Lubnanê li Herêma Kurdistanê de bi duyem tê, Lubnanî bi awayeke berbiçav hatine bazarên Herêma Kurdistanê.

 Xala duyem, li warê pêwendiyan ve dibînîn Lubnan wekî welateke Erebî ji bo me girînge pêwendiyeke me yê baş li gel wan da heye. Bi taybetî eve hatiye zanîn ku wiha pêkhata civaka Lubnanê û welatê Lubnanê bi awayeke dine, ku nikarî beramberî bikî li gel welatên dinê Ereb. Li gelek awayî û aliyan ve nêzîkî welatê Iraqe, welateke fireh olî û fireh mezhebî û fireh netewîne eve jî ji bo xwe girînge, sîstema wê jî heman awayî ye, raste Lubnan tûşî şerê navxweyî hat lê belê eger lêkolîna şerê navxweya Lubnanê bikin pirsiyarek tê pêş ku gelo eve pêwendî li gel wan hebû, gelo ji bo çi şerê xwe kirin an jî xelkê din bûn hatin nav welatê wan, ku temaşa dîroka şerê Lubnanê bikîn dibînîn li sala 1975 ve şer destpêkir, başe berî wê yek du sal ku temaşa pêvajoya Lubnanê bikîn dibînîn ev welat çî li serhat, wate şerê navxweya Lubnanê şerê Lubnaniyan nebû belku xelkeke din li ser axa wan şer dikir. Bêguman wê demê ew jî tuşî şer bûn, ew jî bûn beşek ji wê şerê, lê belê li rastiyê de xwediyê şer ne Lubnanî bûn.

 * Ku wate serdana Lubnanê em dikarin têxin nav çarçeweya serdanên siyasî an aborî?

 – Serdana Lubnanê her du waran jî digrê, li ruyê siyasî ve Lubnan ji bo me girînge, ji ber ku Serok Wezîrê Lubnanê pêwendiyeke berfirehê navdewletî heye, ji bilî wê yekê ku pêwendiyeke berfireh li gel welatên kendavê da heye, bi taybetî li gel Su’udiye, lê belê pêwendiyên li gel cîhana derve pêwendiyeke berfirehe, her wiha serkirdeyên Lubnanê pêwendiyeke berfirehê wan li gel Ewrupa û Emerîka heye, Li vî warî de pêwendiya Lubnanê ji bo me girîngiyeke taybetiya xwe heye, li aliyeke din ve pêwendî di navbera Kurd û Lubnanê dîrokiya kevin heye û ev pêwendiyên kevin vedigerin salên heftihê sedsala bîsta û dewrên şoreşa Eylul ku wê dema şoreşê nivîsîngeha xwe li Beyrut hebû, ev nivîsîngeh jî rola yekem hebû li gor nivîsîngehên dinê şoreşê yên li derve, li aliyeke din dostayetiyeke kevin li navbera malbata Barzanî û Canpolat û Cumeyl da heye her wiha li navbera Serok Barzanî û rehmetî Refîq Herîrî namenivîsîn û pêwendiya dostayetiyê hebuye, wate li navbera serkirdeyên Kurdistan û Lubnanê de pêwendiyeke ji mêjve heye.

 * Li demek de welatê Lubnanê hengava yekem ji bo pêwendiya li gel Herêma Kurdistanê avêtiye lê belê welatên dinê Erebî niha dûrin, li gor raya we asta pêwendiyan li paşarojê de çawa dibînin?

 – Bi sedema wê yekê ku civaka Lubnanê xelkeke zêdetir vekirîne her wiha ferhenga wan fireh reng û fireh denge eve wekî xalek, xala duyem vedigerê li ser wê cureya sîstema merkeziya li welatên dinên Erebî heye, ku ev cure merkeziyet li sîstema Lubnanê de tûne, Lubnanî zêdetir pragmatîstin tişteke ku praktîkî bê dikevin dawiyê, pêkve jiyana Lubnanê jî li gel cîhana derve tişteke ne nû ye ji ber ku wekî kulturekî lê hatiye ji ber ku her ji kevin ve koç kirine û derya ya wan heye, dibînîn Lubnanî li gelek cihên dinyayê da hene, ji ber wê rahatine ku biçin cihên din û wêrekiya wan heye vê karê bikin, lê belê pêwendiya wan li gel Herêma Kurdistanê ne bi awayeke ideolojike. Ji ber ku yê welatên din li ser bingeha ideolojike ew welatên sîstemeke navendî ya gelek tund heye, tenê kompanyayên wan nikarin hengavek bavêjin heta dema kar kirinê li serkirdeyên siyasiya welatê xwe wernegirin, û serkirdeyên wan eger dema wanê siyasî nebê nikarin bêne vir karê veberhênanê bikin. Lê belê Lubnan ne bi vî awayiye sîstema wan cudaye. Pêwendiya di navbera Herêma Kurdistan û Lubnanê cudayê, serkirdeyên Lubnanê her ji berê de pêwendiya wan li gel serkirdeyên Kurd hebûye, ew hemû bandora xwe li ser vê pêvajoyê dibe, li aliyeke din ve kompanyayên Lubnanê azadin li karkirin û sîstemeke aboriya azad peyrew dikin. Ji bo wê yekê dibînîn Lubnanî bi azadî têne herêmê heta wekî derfeta kar kirinê ji bo xwe bidozin, ew kompanya jî pêwendiya wan li gel xizmên berpirsên wan ve heye ji ber ku Lubnan welateke biçûke.

 * Awayê pêwendiyên Lubnanê li gel derve bi vî awayî ku we balkişand li ser, lê belê welateke mezinê wekî Su’udiye hengaveke bi vî awayî navêje‌ û asta pêwendiyên wê li gel Herêmê bilind nake?

 – Sebaret bi Su’udiyan niha ew çavdêriya pêvajoya Iraqê dikin bo ku bizanin Iraq ber bi ku ve diçe, lê belê li gor me Lubnanî dibin yekem welatê Ereb ku konsolgeriya xwe li Herêma Kurdistanê de vekin, welatên din jî têne, Su’udî û Îmaratî têne Herêmê, niha ku Herêma Kurdistanê li ser nexşeya siyasî ya cîhane û ew roj derbas bû ku xelk bipirsin Kurd çiye û li ku‌ dijîn, Herêma Kurdistanê hêzeke stratejiya xwe li navçeyê heye. Her wiha li olî de hêzeke aborî dibe li navçeyê, Herêma Kurdistanê roleke girîngiya xwe li Iraqê dibe. Bêguman ev sedem jî bi giştî bandora xwe li ser welatên din dibe ku hewl bidin pêwendiya xwe li gel Herêma Kurdistanê dirust biken.

 * Wate li gor wê şîroveya cenabê we pêşbirkêyeke ji aliyê welatên derve hatina xwe ya Herêma Kurdistanê heye?

 – Em dibînîn welatên rojava zû destpêkirin û konsolxaneyên xwe vekirin û kompanyayên wan kar dikin wate hebûna wan heye. Lê belê welatên Erebî helwesteke xwe yê taybet beramber bi proseya guherîna Iraqê li 2003 de hebû. Wate hezimkirina wê pêvajoyê li ser Iraqê da hat û ji bo wan qurs bû ku hezma wê pêvajoya nû bikin. Piştî wê bi sedema têkçûna pêvajoya asayîşa li Iraqê nedixwestin nûnerê xwe bişînin Bexdayê û hebûna wan hebê. Li vî der barî de dibînîn welatên Ereb li wê meseleyê de û ji proseyê bi giştî paş ketin, tenê hinek serkirdeyên Erebê Iraqê li proseya siyasî paş ketin û zêdetirê wan ji nêrîn û dîtinên olî û îdeolojiya xwe ku pêwendî bi hizra wan ve hebû nekarîn vê rastiya nû qebûl bikin, û hinek ji wan heta niha jî qebul nakin. Êdî ku wan qebul nekir wê demê pêwendiya wan jî li gel pêvajoyê nema. Lê belê hêdî hêdî bi awayeke din temaşa Herêma Kurdistanê dikin. Em pêwîste li ser vê xala rastiyê rawestin ku zêdetirê welatên Ereb vê pêvajoya nû ya Iraqê qebul nakin ku niha heye. Lê belê ku qebul nakin li aliyeke din ji ber ku berjewendiya wan li vî welatî da heye dixwazin bandora wan û nifus û hêza wan hebê û beşek ji karkêşana wan eweye beramber dewleteke din rawestin ku bandora xwe li ser Iraqê heye. Dibînîn hewl didin pêwendî dirust bikin, ku hewl didin pêwendî peyda bikin bêguman beşek ji wan pêwendiyan li gel Herêma Kurdistanê dibe.

 * Li nav wê hevkêşeyên navçeyê û Iraqê ku we balkişand li ser rola welatê Suriya çiye û çawa dibînin?

 – Welatên hevsûyê Iraqê ji bilî li dewleta Kuwêt, bi giştî hemû rola xwe li Iraqê da heye êdî ew rol bi erênî an neyînî bê, bêguman rola Suriye jî li wê navê da mezine li nav hevkêşeyan û her li 2003 ve Suriye dijî proseyê rawestaye û dijayetî dike. Bêguman Surî jî tirsa wan hebû ku Emrîkî hatin Iraq paşê gurzek li wan jî biweşênin, eve hatiye axaftin û tişteke ne veşartiye, ku Surî xweşhal nebûn bi vê rastiya nû ya ku li Iraqê hate holê, û niha jî ne xweşhalin, ew gelek bi hişyarî tamaşa pêvajoya Iraqê dikin.

 * Paşaroja pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê çawa dibînin û hun bawer dikin ku dê paşaroja Iraqê çawa bibe?

 – Pêvajoya Iraqê piştî wê hilbijartinê ne hêsane û aloz tê dîtin, ji ber encama hilbijartinê eger neyê qebul kirin ji aliyê hinek lîsteyan ve, hinek lîsteyên din heye ku jê bawer nakin, eger encaman qebul bikin bi vî awayî ku niha heye ku ev derencam pirsgirêkeke dirêj dirust kiriye lîsteyek heye buye yekem lê belê nikarê bi tenê Hikûmetê dirust bike, ji bo dostayetî jî li gel lîsteyên din ku ev du lîste her du jî kîjan lîsta (Şî’eyane) û wêne gelek ne zelale, eve li demek de sedeme û du lîste refza hevkariyê bikin li gel lîsta Iraqiye bêguman wê demê Hikûmet dirust nabê. Li aliyeke din ve jî bi hejmara kursiyên Kurd û Lîsta (El Iraqiye) Hikûmet dirust nabê, bi nîsbet Kurd eger her Hikûmetek dirust bibê pêwîste ewlewiyata xelkê Kurdistanê têda bê‌ meseleya madeyên destûr zelal bê, êdî nizanîn gelo biraderên Iraqiye amadene wê lîsta daxwazkariya hêzê siyasiyên Kurdistanê heye ku qebul bikin an na? Lê belê wiha bibêjin ku qebul kirin wê demê hejmara rêjeya kursiyan ji bo pêkanîna Hikûmetê beş nake, li ber wê pirsgirêkeke mezin dirust buye, pirsiyar eweye gelo ew du lîsteyên dinê şî’e hevkarî dikin li gel Iraqiyan an na, ji ber ku eve bingeheke û eger hevkarî nekin rewş gelek gelek aloz dibe, û eger behsa wê jî bikîn Hikûmetêk dirust bibê li her çar lîste Hikûmeteke Îtîlafî, bêguman eve çaresere, wê demê tê ser wê yekê ku Serok Wezîr bê, şerê kursî gelek zehmete, ew şerê kursî dikin lê belê Kurd şerê ewlewiyata xelkê Kurdistanê û mafê desturiyan dike, eve ji bo Kurd gelek guncawe ji ber ku wan pirsiyara xwe li Kurd kir li gel kî dibêje ez li gel mafê xwe me, li gel bernameya wanim, eve xwedî bernameyin, xwedî dozin. Lê belê ku şerê kursî bê rewş gelek aloz dibê yê wan jî şerê kursiye ku niha dikin.

 * Acandaya Kurd çiye û li gor we Kurd bi çi bernameyek diçe Bexdayê?

 – Berî hilbijartin ev pirsiyar hate pêş Kurd çawa diçe Bexda, du rê û du bîr û ra hebû yek digot bila her yek bi awayeke biçe Bexda û yek lîst nebîn lê belê hewl bidîn li wir‌ yek helwest bîn. Bêguman her li destpêkê ve li Serokayetiya Herêmê behsa wê yekê hate kirin ku baştire Kurd yek lîste bê ji ber ku eve rastiye, eger yek lîste bîn, yek lîste digihîne yek helwestî, lê belê paşê me dît ku eve nehat kirin û me zererê kir. Bi taybetî li navçeyên veqetandî û li Kerkûk me ziyaneke mezin kir ji ber ku li Kerkûk li gor wan dengên ku hatibû dayîn Kurd dikarî heft an heşt kursî bi giştî duwanz deh kursiyên wê parêzgehê bi dest ve bîne. Li heman demî de eve wekî referandumek dibû ji bo Kerkûk, lê belê eve derbas bû, niha rastî eweye li piştî ragihandina encamên hilbijartinê, birêz Serokê Herêmê bangehiştî sercem lîsteyên serketî kir û heta niha du civîn li navbera lîsteyên Kurdistanî û Serokê Herêmê hate encam dan û çend civîn jî hate kirin ku Serokê Parlemen serpereştiya civînan kiriye. Li sercema wan civînan ewê cihê dilxweşiyê bû hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê ewên li hilbijartinan de serketî bûn dûpat kirin ku pêwîste Kurd yek helwest bê li Bexda, neku her yek helwestek hebê, gihiştin wê baweriyê ku pêwîste hevpeyman bin wate wekî hevpeymaniyetek bîn li nav Parlemena Bexda û her aliyek jî taybetmendiya xwe biparêzê‌ lê belê yek helwest bîn û bernameyeke hevbeş bibê û şandeke hevbeş bê ji bo danustandina li gel hêz û aliyên siyasiyên din, eve girîng e ji ber ku xelkek hebû li Bexda bi xeyala wê yekê dijiya Kurd bibê perçe perçe û wê demê asan dibû çawa bixwazin wisa pêwendî bikin li gel wan kutle an ew kutle û an filan hizb an ewê din, wê demê daxwaziyên xelkê Kurdistanê ku dixine rû ji ber ku lawazbunê qebul nedikirin, niha bi yek perçe diçine pêş bi yek şand û bi yek helwest ve li ser axa Kurdistanê jî eve nîşan dide ku hemû pêkveyîn, raste bîr û rayê cuda heye û hêzê opozîsyon heye lê belê ku digihe meseleyê çarenivîs saziyên xelkê Kurdistanê dibînîn hemû yek deng û yek helwest pêge û dengê Kurd nîşan didin.

 * Karê wan du lîjneyên ku li encama civînê pêk hat gihişte ku‌?

 – Ew bernameya ji aliyê Serokayetiya Herêmê ve hate amade kirin û xistin li ber aliyên beşdarbuyên civînê, piştî ji aliyê wan ve hate nirxandin komek pêşniyar derketin holê û bername pê‌ wan dewlemendtir bû ku eve gelek başe û li civîna pêşda behsa wê bernameyê dikin li gel wan pêşniyaran ku bikin yek ajanda û li bendê ne ku li çend rojeke din hemû wan tiştan rêk bixin û li jêr navek ku hatiye pêşniyar kirin li awayê hevpeymaniyetiyek an kutleyek karan bi rêya xwe werbigrin, paşê gotina mina dawî jî eweye Kurd bi yek hêz diçin Bexda û serkeftî dibin.

Back to top button