Polîtîk

Barzanî û Talebanî li Dukanê civiyan

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke polîburoya PDK ê bi  Celal Talebanî serokkomarê Îraqê û polîburouya YNK re,  bi amanca gotûbêjkirina pêşhatiyên dawî yên di rojeva siyasî ya Iraq û herêma Kurdistanê de,vê sibê  li havêngeha Dûkanê  civiyan.

Vê sibehê serok Barzanî digel Nêçîrvan Barzanî gihişte havîngeha Dûkanê û li vir ji aliyê Celal Talebanî û jimareyek endamên polîtburoya YNKê ve hatin pêşwazîkirin. Paşî serok Talebanî û serok Barzanî dest bi civîneke hebvbeş kiri.

 Weke hatiye zanîn di civînê de Barzanî û Talebanî û polîburoyên PDK Û YNKê dê li ser yakxistina helwestê kurdan beramber avakirina hikûmeta nû a Îraqê, avakirina hevpeymniyan bi aliyên îraqî re û yakdengê û yekhelwestiya Kurdan li Bexdayê gotûbêj bikin.

Back to top button