Cîhan

Israîl li teknolojiya xwe bi tirse

Tirkiye û Suri di gelek waran de nêzik hev bûne û pewendiyên wan di aliyên ekonomik û civakî de gelek pêş dikevin. Vê dema dawî di nav van herdu welatan de pêwendiyek leşkerî jî destpêkir û ev yek dewleta Israîl ne rihet dike.

 

27-29-ê Nîsane hêzên çekdar yên Tirkiye û yên Surî, li tixûbê Tirkiye û surî manewrayek leşkerî hevbeş pêktînin. Wek tê zanîn pewendiyek leşkerî berfireh di navbera Tirkiye û Israîlê de heye. Israîl di derbara pêkanina çekan û teknolojiya leşkerî de gelek pêşketiye. Israil vê teknolojiya ya leskerî di hinek waran de dide Tirkiye jî. Piştî pewendiyên leşkerî di navbera Tirkiye û Surî de çêbune , Israil bi tirse ku Tirkiye bikaribe vê teknolojîya Israil bide Surî.

Li gora rojnama Israîlî Yediot Ahranot dide xuyakirin, Tel Aviv ji bo têkiliyên leşkerî yên Suri û Tirkiye ne rihete û ev nerehetî bi awayekî gihandine hukumeta Tirkiye. Lê li gora rojamê heta niha tu delîlek tuneye ku, Tirkiye ev teknolojiya israîlî ya leşkerî daye suri.

 

 

RojevaKurd

 

Back to top button