Civak

Li Sûriyê Zêdeyî Sêsed Hezar Kurdên Bênifûs Hene

Mirov vê dîmenê bîne ber çavê xwe: Ji bo ku tu bikaribî bizewicî, divê tu serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî bidî. Ji bo tu bikaribî şevekê li hotêlekê rakevî, divê tu serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî bidî. Ji bo tu bikaribî zaroka xwe qeyd bikî, bixwînî, kar bikî û gelek tiştên din divê tu serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî bidî. Ev dîmenek ecêb e? Rast e. Lê ji bo Kurdên Sûriyê yên bê nasname jiyana rojane ye.

Di sala 1962ê de, ango berî 46 salan, hikûmeta Sûriyê di rojekê de nasnameya sûrî ji hingî 120.000 welatiyên Kurd stend. Zarok û zarokên zarokên wan kesan jî îroj bê nasname dijîn. Ew ji hingî ve bêyî mafên bingehîn ên welatiyan dijîn. Ta niha ne diyar bû bê îroj hejmara vê grûpa Kurdên bênifûs çiqas e. Li gor lêkolîneke nû ya malpera KurdWatch.orgê li Sûriyê 154.000 Kurdên bê nasname yên qeydkirî hene. Li Sûriyê ji van Kurdan re „ejnebî“, ango biyanî, tê gotin. Siyamend Haco, birêvebirê projeya malpera KurdWatch.orgê, ku ji Berlînê xebata xwe dike, diyar dike ku »ji bo yekemîn car gengaz bû, ku mirov hejmarên pêbawer lêkolîn bike, ku li derveyî çarçeweya agahiyên hikûmeta sûrî ne“. Ew berdewam dike û dibêje: „Jimarên me yên sala 2008ê ne. Hikûmeta Sûriyê ta îroj naxwaze wan biweşîne.« Ji bilê Kurdên ejnebî herweha Kurdên mektûm jî hene, ango Kurdên bê nasname yên di ne qeydkirî. Ji ber ku ew di qeydên medenî de nehatine qeydkirin, hejmara Kurdên mektûm ne naskirî ye. KurdWatch texmîn dike ku hejmara wan dora 160.000 e. Siyamend Haco dibêje: »Em di wê baweriyê de ne ku li Sûriyê bi giştî bêtirî 300.000 Kurdên bê nasname dijîn.«

Lêkolîna »Kurdên bê nasname li Sûriyê – Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?«, ku bi zimanên elmanî, ingilîzî, Kurdî û erebî hatiye weşandin, behsa karên cudakirinên regezperest dike, ku li ser Kurdên bênifûs yên qeydkirî û ne qeydkirî tên pêkanîn. Li gor vê lêkolînê Kurdên bênifûs bi taybetî di warê mafên xwe yên siyasî, mafên xwe yên milkdariyê û mafê xwendin û hilbijartina azad a pîşeyê rastî astengiyên berbiçav tên. Lêkolîn herweha behsa mersûmê serjimartinê yê ji sala 1962ê û pêkanîna wî dike û hevbendiyên berjewendiyan bi nav dike, ku ji bo biryadayina mersûm berpirsyar bûn. Siyamend Haco dibêje: “Li vir jî em derbasî asoyine nû dibin. Em bi şêweyekî berfireh agahiyan diweşînin, ku ta niha belabela û bi zimanê erebî bûn.«

Di lêkolînê de eşkere dibe ku diyaseta beramber Kurdên bênifûs li jêr Beşar el-Esed jî nehatiye guhertin. Serokê Sûriyê, ku berî dora deh salan wek reformîstekî dest bi kar kir, çend caran behsa çareseriyekê ji bo kêşeya Kurdên bênifûs kir. Lê ta niha tiştek pêk nehatiye. Ta ku çareseriyek peyda bibe, Kurdên bê nasname mecbûr in berdewam ji bo karûbarên xwe yên rojane serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî bidin.

Sîrwan H. Berko

(Rûdaw)

Back to top button