Polîtîk

Selam Ruşdî li gel berpirsê têkeliyên derve Safîn Dizeyî civiya

Mensûr Cîhanî – Cîgirê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Selam Ruşdî li gel Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dzeyî civiya.

Selam Arif Ruşdî cîgirê nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Tehranê, îro sêşem 14.12.2025, serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kir û ji aliyê Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. Rewşa Rojhilata Navîn û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Di berdewamiya hevdîtina han de Serokê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê behsa bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê kirin. Îran cîranekî girîng ê Herêma Kurdistanê ye û divê roj bi roj peywendiyên bi vî rengî bên pêşxistin.

Her du berpirsan her wiha behsa kar û çalakiyên nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, rewşa navçeyê, Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Di dawiya hevdîtinê de Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewamiya kar û çalakiyên nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê bilind nirxand.

Back to top button