Divê bê şert û merc bê ragihandin ku hebûna rêxistinî ya PKK’ê bi dawî bûye,

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe di parlementoyê de derbarê “pêvajoya Îmraliyê” ya ku bi rêya Partiya DEMê daye destpêkirin de peyamên girîng da. “Di hevdîtina duyemîn a di navbera heyeta DEM’ê û Îmraliyê de pêk tê de, divê bê şert û merc bê ragihandin ku hebûna rêxistinî ya PKK’ê bi dawî bûye, bi terorê re ti encamek bi dest neketiye û ev rûpela bi xwîn e. Serokê Giştî yê MHPê got, “Terorîstên PKKyê yan divê çekên xwe binax bikin, yan jî bi terorîstan ra teslîm bibin, ya jî bi dawîbûna wan ra rû bi rû bimînin. Bi terorê ra bazar û muzakere nabe.” .
Bahçelî, peyama “Siyaset ne qada têkoşînê ye, qada axaftin û vekirina girêkan e” de û got, “Di aştiyê de ne windaker û ne jî di şer de serketî nîn e, ji ber vê yekê em amade ne û li vir in ku her kes bi aştiyê ser bikeve.”
Beşek axvtina xwe de Bahçelî got: “Divê ez li xwe mikur bêm ku me çi kir jî, me nikarîbû em xwe bidin famkirin; me ti carî birayên xwe yên kurd wekî yên din nedîtin.”
“Ji destpêkê ve em bi birayên me yên Kurd xirab dan nasandin. Ji bo ku di navbera me de aloziyê derxin û têkiliyên me yên însanî, îslamî û netewî sabote bikin, her derewan dikin. Struktura me ya neteweyî hewl dan ku me wek Zemzem daqurtînin, hewl dan ku kurdan wek dijmin nîşan bidin û her tim propagandayeke xayîn a bi eslê xwe biyanî bikin anîn rojevê. Me dikarîbû em xwe bidin famkirin, me nikarîbû evîna xwe û hurmeta xwe nîşan bidin.
Bahçelî dibêje:
“Bawer bikin, yên li Washingtonê nikarin ji min zêdetir ji we hez bikin, Pêşmergeyên Hewlêrê ji min zêdetir nikarin we hembêz bikin. Çarenûsa kurd û tirkan bi hev re hatiye nivîsandin. Me tu carî ji vê nêrînê tawîz nedaye. Komara Tirkiye ya me hemûyan e û ji bilî vê em hemû gelê tirk in.