Serok Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Amerîkî ra civiya

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 15.01.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li xatûn Victoria Taylor Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û şandeya pê ra kir.
Di civînekê da peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yê navçeyê hatin gotûbêjkirin û, herwesa, di hevdîtinê da li ser guhertin û geşedanên li Sûriyê nêrînên xwe danustandin kirin.
Her du alî li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da li gor destûr, yasa û rêkeftinan hemfikir bûn û tekezî li ser parastina aramî û seqamgîriya navçeyê û nebeşdarbûna Iraqê di alozî û pevçûnên Rojhilata Naverast da kirin.
