Nivîsar

Sê welat berev serxwebûnê diçin

Eger bi hurî temaşa rewş û pêvajoya niha ya cîhanê bikîn, eve zelal dibê ku bûyer û rûdaw gelek bi lez rû didin bi taybetî li navçeya rojhilata navîn û kîşwera Ewrûpa. Ev dû herêmê dinyayê her li gel hebûna mirovayetiyê li ser zevî girîngiya xwe hebûye, êdî li vir de gelek gel û netewe bêbeş bûn li nasandina xwe bi cîhanê û dagîrkirina wan ya ji aliyê welatan ve li berevajiya hemûyan ve Kurdistan, rewş û pêvajoyeke niha de ewe dixe berçav ku dîrok vê carê bi berevajî ve xwe dûbare dike, ji ber ku ew welatên berê bindest bûn, hengavan ji bo serxwebûnê ve davêjin û dîrokeke nû ji bo xwe tomar dikin. Li van çend salên dawî de û bi eşkere çavên siyasetmedaran û çavdêrên siyasî û medyayan jî ji bo sê welat diçin, ew welat demekê bindestiyê dîtine wekê Kurdistan ku ewe nêzîkî çarekê sedsale nîv serxwebûnî bi xwe ve ditiye û Skotlanda ku welatekî otonomî serbixweye û ser bi Paşayetiya Brîtanyaye û Katalonya herêmekî heta radeyek serbixwe ye.

Li ser asta siyasî û neteweyî de ev sê welat bi eşkere daxwaza serxwebûnê dikin û her çende hinek caran astengî tê holê bi taybetî ji aliyê wan welatên ser bi wanin wekî Iraq û Brîtanya û Îspanya, lê belê li gel ewe jî hengavan berev asoyekî geştir diçin pêşve. 

Di derbarê bi Kurd her çende li destpêka navendan ve nîv serxwebûniya xwe heye, lê belê li ruyê vekirina siyasî û dîplomasî û ekonomiyê zêdetir piştî 2003 sengêkî giran peyda kir û muamele li gel welatan jî zêdetir pêşket û aliyên Kurd karîn li ruyê birêvebirin û hebûna aramî û asayîşê hengavên baş bavêjê û li vî warî de baweriyeke zêdetir ji aliyê civaka navdewletî ve peyda kir û giranî û biha û senga xwe ragirt û li vir de bi eşkere û bê dû dilî xwedî zêdetirîn cemawer li van welatan de ku Partiya Demokrata Kurdistane. 

Li gelek helkeftan de behsa mafê çarenûsa xwe dike û li helmetên hilbijartina giştiyên Kurdistanê jî de ku li eylula derbasbûyî de hate encam dan, ev pirs ji bo cemawer zêdetir hate eşkerekirin. Bi wateyekî din aliyên serxwebûn xwaz karîn zêdetirê dengan bi dest bînin. 

Skotlanda otonomiyekî xwe ya serbixwe heye û her çende ew serbixweyî dîrokeke xwe ya dûr û dirêj heye, lê belê herdem Skotlandî hewla serbixweyî ya yekcarî ji Brîtanya ya mezin didin û wekî wê yekê ku Serok Wezîrê Skotlanda li bihara derbasbûyî de balkişand li ser wê yekê ku Skotlandî belê ji bo serbixweyî deng didin li wê rapirsiya ku biryare li 18-9-2014 bê encamdan û Serbixwe xwaz jî li hilbijartinên giştiyan zêdetirê dengan bi destanî.

Katalonya ya Îspanî jî heman awayê Kurdistan û Skotlanda dixwaze serbixweyeyiyê li hilbijartinên sala 2012 partiyên xwazyarê serbixweyî karîn zêdetirê dengên Parlemen bi dest bînin û bi giştî 135 deng, 85 deng li gel mafê çarenûsê bûn ji bo Katalonya. Bi vê jî eve derdikevê ku li nav Kataloniyan de hêviya mafê çarenûs û serxwebûna welat zêdetir bûye. Ji bo wê yekê bi rûnî tîşkek bixîn ser wî babetê girîng û hestiyar, dibînîn partî xwedî cemawerên van sê herêmên nîv serbixweye.

Roj bi roj bi sedema daxwazkirina serbixweyî ya cemawerî zêde dibê û piştgîriyên zêdetir lê tê kirin, ewê girînge jî bê gotin, gelo li paşarojeke nêzîk de Hewlêr û Barselone û Edinbire wekî sê paytextên nû li cîhanê de dengê serxwebûnê bilind dibê û sê dewletên din dadimezrê?

Yunis Hemed – Oslo

Back to top button