CivakRojev

Şandeke artêşa Iraqê gihîşt Hewlêrê

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand, şandeke bilind a ewlekariya Iraqê îro gihîşt Herêma Kurdistanê û biryar e ligel berpirsên Wezareta Pêşmerge bicive.

Ajansa nûçeyan a Iraqê (INA) belav kir, Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ferîq Rukin Hamid Ebdulmeqsûd ligel Fermandarê Hêzên Bijayî Ferîq Rukin Qasim Mihemedî û hejmareke din ji fermandarên leşkerî gihîştin Hewlêrê.

Diyar kir jî, armanca vê serdanê, kombûna li gel Serokerkanê Pêşmerge ye, ji bo gotûbêjkirina rewşa ewlehiyê li navçeyên ku ji her du aliyan re girîng in û şopandina zanyariyên istixbaratî û ewlehiyê ye.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê berî çend rojan di daxuyaniyekê de diyar kiribû, ji bo têkbirina terorîstan, di hemû wan operasyonên hevbeş ên di navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan de ku hatine kirin, armancên mezin bi dest hatin.

Back to top button