NivîsarRojev

Di pirsa Kurd de pîvana Tirka “Îdeolojiya Fermî” ye, lê ya Kurda ?

Pirsa Kurd pirsek netewiye, pirsa axêye, pirsa zimane, pirsa alê ye,kurt kurmancî pirsa dewletbûnê ye. Ev siyaseta xeta netewiye û pîvana Kurdeyatiyê ye.

Dara Bilek

Li Tirkiye di navbera aliyên siyasî yên Tirk de, gelek cara pirsa Kurd tê gotubêj kirin. Aliyên Tirk tu cara naxwazin rastiya Pirsa kurd bibînin û li gora wê jî siyaseta xwe di vê derbarê de zelal nakin,yanî ya di dilê xwe de her demî nabêjin.Ji ber ku heta wek vê gavê tu partiyên siyasî li Tirkiye di derbarê pirsa Kurd de nekarine ji îdeolijiya dewletê ya fermî di vî warî de derbas bibin û bi awayek hevdem û rasteqênî vê pirsê binirxînin û dîtina xwe bêjin.

Li Tirkiye aliyên Tirk di derbarê pirsa Kurd de xwedî pîvanekî ne û ew jî îdeolojiya fermiye. Yanî “ yek dewlet, yek millet, yek al û niştiman nayê veqetandin û parçe nabe.” Pîvan e. Pîştî vê pîvanê tu çewe pirsa Kurd gotubêj bikî bike ne gelek kêşeyek mezin e. Ji xwe pîştî vê pîvanê tiştek ku mirov gotubêj bike jî namîne, lê tenê mijûlahiyek peyda dibe û gelek alî jî xwe bi vê mijûl dikin.

Di vê derbarê de piraniya caran hinek aliyên Kurd jî, ji xwe re dikin hevalbend û pirsa Kurd şirove dikin û li gora xwe behsa hinek çareseriya dikin. Piraniya caran dewlet, hinek aliyên Kurd wek siyaseta dewletê diafirînin û ew alî jî gelek mixabin zirna îdeolojiya fermî ya dewletê lêtêxin.

Gerek  Kurd  vêca vekirî li himber vê kirêtiyê xwedî helwestekî bin û bikarin rastiya pirsa xwe tê bigihin û li gora wê jî tevbigerin. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo Kurda  pirsa herî mezin û sereke ev e. 

Pirsa Kurd pirsek netewiye, pirsa axêye, pirsa zimane, pirsa alê ye,kurt kurmancî pirsa dewletbûnê ye. Ev siyaseta xeta netewiye û pîvana Kurdeyatiyê ye. Dema Mirov van nebine û behsa çareseriyên rojane û destçêkirî bike,tenê dikeve di xizmeta winda kirina rastiya pirsa Kurd de.

Dema tu bêjî: Tirkiye welatê me yê hevbeşe, gelo Kurdistan kûve diçe? Dema tu bêjî T.C. dewleta me ya hevbeşe, gelo dewletbûna Kurda tê çi wateyê, dema tu bêjî emê li Tirkiye demokrasiyê li ser hîmên cumhuriyetê ava bikin, gelo nayê wateya ku tu ji xwediyê meselê behtir li Kemalizmê xwedî derdikevî? Yanî ji melik meliktirî? Ew cumhuriyeta ku hîmen xwe li ser inkar û imha Kurda avakirî ji bo Kurda tiştek li ser nayê avakirin.

Pîvana tevgera Kurd,  xeta netewiye. Keviyên vê pîvanê tuneye,tu nikarî di nava rê de bisekinî,ji bo zelaliya dîtin raman û daxwaziyên xwe divê tu li aliyekî bisekinî. Ev sekna te rêya te kifş dike.

Mimkine gelek kes bêjin ku, dinya ne ew dinyaye, divê kurd qîma xwe li hinek tişta bînin û eger demokrasî avabibe pirsa Kurd jî çareser dibe. Tu milet wek Kurda ne birçiyê demokrasiyêne. Welê birçîne ku, dema welatek din jî behsa demokrasiyê tê kirin bi keyfin û pişgiriyê dikin. Ji xwe eve dehê salana em demokrasiya miletên din gotubêj dikin.

Li vê derê tiştek heye, gerek li Tirkiye û bakurê Kurdistanê Kurd têbigihin û hewlbidin bi Trikan jî têbigihînin ku, heta pirsa Kurd çareser nebe  tu demokrasî nayê Tirkiye. Ji bo Tirk jî demokrasiyê bijîn gerek pirsa Kurd çareser bibe.

Gelek cara mirov hinek aliyên Kurd yan jî yên li ser Kurda siyasetê xwe rêvedibin rexne dike. Lê eger em ji bo xwe pîvanekî deynin û li ser xetek netewî pirsa miletê xwe biparêzin û vê xetê bikin pîvan, gelek tişt ji berî hemiyê di mejiyê me de zelal dibin. Yanî em li xwe xwedî derkevin û rêya pêwîst wek rêya çareseriyê ji bo miletê xwe bidin kifşkirin.Wek din Mirov li dihola vale dide.

Çewe aliyên Tirk di pirsa Kurd de îdeolojiya dewletê ya fermî ji xwe re dikin pîvan, divê Kurd jî xeta netewî û Kurdistanî ji xwe re bikin pîvan.

13.7.2022

Back to top button