Şanda parlementoya Tirkiye li Roboskê bû
Îro Şanda parlementoyê ya lêpirsîna mafê mirovan ji bo lêkolînê di derbarê komkujiyê de bikin serdana gondê Roboskê kirin. Şanda parlementoyê li gel himayek leşkerî hatin gund û ji aliyê gundiyan ve bi orf û edêtên kurdewarî hatin pêşwazî kirin.
Dema şanda parlementoyê hate gund leşkera kesek xerîb yanî kesên ne ji gund xwe bin nehiştin werin gund. Şanda parlementoyê bi helokopterê ser devera ku komkujî lê bûyî firîn. Piştre şanda parlementoyê hate gund û çûn mala Sadik Alma yê ku kurê xwe komkujiyê de winda kirî.
Li vê derê şanda parlementoyê li gel malbatên qurbaniyên komkujiyê axavtin û guh dan gotinên wan û dîtinên wan di derbarê vê komkujiyê de. Serokê Şanda Parlementoyê, parlementerê Ak Partiyê Ayhan Sefer ji bo kes û karên qurbaniyan gotarek pêşkêş kir.
Sefer di gotara xwe de got: Ji berî her tişekî em ji bo vê bûyera dilşewat hatine taziya we bikin û şirîkatiya xema we bikin, em wek şandekî hatine vê derê. Di vê bûyerê de zarokên we û dilê me parçe bû. Armancek din jî ya vê serdana me ewe ku, em ji bo rastî bê dîtin û edalet were cihê xwe jî bibin arîkar li vê derê ne. Çend dezgehên dewletê ji bo vê bûyerê lêkolînên xwe dikin, em jî wek parlementoyê lêkolîna pêwîst bikin. Herkesê ku di vê derbarê de bixwaze tiştekî bêje emê guh bidinê.
Gundiyan daxwazên xwe bi nivisî dan serokê şanda parlementoyê. Herweha daxwazên xwe ji bo wan xwedin jî. Gundiyan di vê derbarê de gotin: Evê 25 salin malbatên 20 kesên bûyîn qurbanî di komkujiyê de çekên dewletê rakirine û heta sala 2008-ê li gel leşkeran li herêmê nobet digirtan. Her demî xelkek ji bo ticaretê dihat û diçû. 200-300 dewar barkirî dihat diçû. Herkesî ev yek vekirî ditîta. Lê tu cara me texmîn nedikira ku zarokên me bibin armanca êrîşek bi vî awayî.
Herweha malbatên şêhîdên komkujiyê dan xuyakirin ku, bila hukumet berpirsiyariya xwe bînê cih û tawanbarên vê komkujiyî bibînin û eşkere bikin.
Herweha dan xuyakirin ku, ew bi tu awayî pereyên ku hukumetê wek bedelê xwîna zarokên wan dayîn, nastînin û destê xwe nadin van pereyan . Heta qatilên zarokên wan bêne eşkere kirin hinge dê vê pirsê gotubêj bikin.
Endamên şanda parlementoyê ji van kesan pêkhatibû:
Ayhan Sefer Üstün (AK Parti), İhsan Şener (AK Parti), Mehmet Kerim Yıldız (AK Parti), Hamza Dağ, (AK Parti), Abdurrahim Akdağ (AK Parti), Gülşen Orhan (AK Parti), Levent Gök (CHP), Malik Özdemir (CHP), Atilla Kaya (MHP), Ertuğrul Kürkçü (BDP)
Rojevakurd/Şirnex