Civak

Navê Îraqê li ser plaka otomobîlan jêbirin

Hinek gencên endamên koma Ala Kurdistanê li Duhokê, wek nerazîbûna li hember helwesta hinek siyasetmedarên îraqî li dijî destûra Kurdistanê, navê Iraqê li ser plaka otomobîlên xwe jêbirin û şûna wê navê Kurdistanê nivîsandin. 

Berpirsê giştî yê koma Ala Kurdistanê, Pelewan Heyder Şêx Memî, ji AKnewsê re got, wek nerazîbûna li hember daxuyaniyên li dijî destûra Kurdistanê, îro danê sibê, hinek gencên koma Ala Kurdistanê, li meydana Kurdistanê ya bajarê Duhokê, plaka otomobîlên xwe guherîn û şûna navê Iraqê navê “Kurdistanê” nivîsandin û ala Kurdistanê jî pêve kirin.

Şêx Memî, diyar kir ku, ev çalakiya wan wek nerazîbûnek li dijî hinek siyasetmedarên îraqî bû ku destûra herêma Kurdistanê wek “destûra bijehr” bi nav kiribûn û got:

Em dibînin ku, vê gavê, serokomarê kurd ê Iraqê, Celal Talebanî û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hewl didin Iraqeke yekgirtî ava bikin, lê ereb digel kurdan baş nînin. Em jî ji ereban re dibêjin; me êdî nevêt di Iraqeke wiha de bijîn.

Back to top button