Nivîsar

Tirkiye deyndar û parsekê zimanê deh miletiy e

Biréz Bülent Arinç,

Zimanê ku hûn pê di pêyivin nê zimaneki ariye.Dewleta we Tirkiye bi xwe jî nê dewleteke bi heq û meşrûye. Dewleta Tirkiye, bi xespe,zilme, fên-fûta,derewan  û darê zorê hatiye avakirin û iro jî bi zore, şidête û fên-canbaziyê ev sistema wêy yek têraf û li ser inakara hemû hêyîyên rastiyên gêlan, olan û civate, di destanda whûn digrin, we girtiye.

Eger bi hukukî be di rêça medeniyetên bi heq û hevdemî be, hêta 900 salên ku were, ji ber zilma we kiriye, her roj ji gelê Kurd, Ermeniyan, Rumiyan, Asuri û ji Keldaniyan re, li ber piyên wan bi dil sozi çok bidin, sitûyên xwe xwar bikin û afûyên xwe ji wan bixwazin, da ku belki, wijdan li we be rahmê.

Daku hun jî rojeki bigihin merteba mirovên camer  li kêleka her mirovên bi wijdan û dibe ku ciyê we jî  hêdî – hêdî, her çiqas ji we bê bawerbûme jî, ez bi dilek rast dixwazim ku wûn karibin êrka xwe bicîh bînin.

Daku hunTirk bigihêjin merteba gelên / miletên medenî û hevdem. Ez ji miliyonan Kurdeki, yek ji wan mahkumê zilma sistema we ya yek alî me.
Ev 27 salin macir li welatên xerib, bê dewlet, ji ber heqnêxweşiyawe / heqnênasiyawe û nijadperstiyawe dimînim. Bê welat – koçber , mexdurên mûstemlekeya we û hemu gelê min bi bedena xwe, hun bi qêtilên xwe, cenderên kûjerên we bi deh hêzaran lawên kurdan / Axa Kurdistane, ji hêstiyan her der tijiye û ax ji xwînê bûye.

Ji  giriyên dayik, bav, jin, keç û xwûşkan, pêlên çêman rabun bi figan. Ji qêrin , hawarên wan, nalinên wan êrd û ezman tewiyan û çok dan ber dest û piyênwan,  lê me nedit yek qisasênwan. We bi sed hêzaran ji me zîndan kirin, hêsap û deng tine. Bi hêzaran mal, malbat wêran bûn, bi miliyonan Kurd ji gûndik, gûnd û bajarên xwe hatin qawirandin, kêsî bedel ,hêsabên van xerabiyan sual nake.

Kurd bi vî zimanênxweyê 90 sale xedexe û birindare, qetildibe lê ji yê we dewlementir, ciwantir û ariyê. Kurd bi tevi hemu hêjayiyên xwe, ji pênc hezar salan hir ve li Kurdistanê ser axa bav û kalên xwe dijîn. Lê hun ji berî 900 sala ji asyayê hatin û bûn mitînger, êrîşker û zordar.

Em xelkên tên inkarkrin, di bin nirên zordariya we de ne.Hemû mirovati ketiye bin xeteriyêk gelek dijwar û her roj qetil dibe,.

Bi réz Arinç,

Doh ji destê kalê we, piştre bavê we û iro jî ev dêh sale ji destê we û hêvalên we em gîşt esirên siyaseta we ya bi navên islame, biratiya xapinokin, bi navên terore hêzaran Kurd têxî hepsê û bi sebebên siyaseta vala jî, hun bi miliyona mafên netewa Kurda pûç dikin û aqibeta LOZANEK li me mecburbikin, kurd êdî nayê xapandin. 

Bi réz Arinç, ez hêvî dikim ev carê hune derew û canbaziya nekin, têkevin riya rastiye û bi serkevin.  Ji bo dahatûya xwe,zaruk, nevî û çirçirkên neviye xwe.
Ji ber nê qenciyên we, derewên we û karinên we, kevirên çol ,çiyan, ezman jî, ji ber dolab û derewên we el emaaan / el eman dike berbirsiyar û xwezayiyên hemu tabiate ji we fedî dike.
Û ew kur,nevi û çirçirkên we  daku pêşeroje bê fedî, li kelaka neviyên me karbin serê xwe bilind bikin ji dil aram bijîn, ji ber nerinên we yê  ser ZIMANÊ KURDI, nêrastiya we gelek zelal û li bêjnawe jî hat.                                       

Karên we zor zahmet û girane. Çawa giran wek çiyayên Sipan, Agirî û Mereto.
Hun  gelek gelek dereng mane. ZIMANE KURDI êdî  ti sinorên ên weke te kabul nake, kirasê bi zorê li bejna mafên ZIMANE netewa Kurdî nayê, naxwaze li xweke û hun bi sed hêzara ji me bikûjin jî nemeşe. Ji vê gava gunêhemin bi çirçirkên we te – ji ber ku bi rasti jî, ewê bê gûnêhbin,

Hun bi hemû pilan û emelên xwe bi her awayi hewalê zirek, zanayên netewa kurda bin, ya diroka rast.

Hun hemû berpirsiyar hewalên şêr û pilingên AZADIXWAZ û wek hêvîya gelan, an jî devleteka serbixwe KURDISTANE BIN.
Edî hun û emelên xwe.

5 / 02 / 2O12
Suayip Adlig                                                                           

Back to top button