Sadî Ahmet Pîrê: YNK nexwestiye ku hejmara kotayan bê kêmkirin

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Sadî Ahmet Pîrê diyar kir ku YNK daxwaza kêmkirina kursiyên kotayan nekiriye û got: “Ew dikarin beşdarî hilbijartinan bibin û bi partiyên din re tifaqê bikin“.
Pîrê diyar kir ku biryara Dadgeha Federalî ya li ser yasaya hilbijartinan di berjewendiya hemû aliyan de ye, lê di rastiyê de YNK daxwaza kêmkirina kursiyên kota nekiriye.
Berdevkê YNK Sadî Ahmet Pîrê got: “Em li bendê ne ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dawiya meha Gulanê yan serê Hezîranê de bên kirin. Ji bo hilbijartinan em amade ne”.
Pîrê da zanîn ku YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wê di demeke nêzîk de bicivin û pirsa Kerkûkê, hilbijartinan û mijarên din ên girîng gotûbêj bikin û got: “Biryara di derbarê bûdçeyê de erênî bû û wê bandorek erênî li ser rewşa perwerde, civakî û aboriyê bike”.