Dewleta Tirk demoagrafiya Kurdistanê diguherîne
Dewleta Tirk ji aliyekî bi alikariya qaçaxçiyan Kurdistanê vala dike, xortên Kurdan dişîne Ewrûpayê û ji aliyê din ve bi cîhkirina Tirkên Ahistayê, Afgan û milletên demografiya Bakurê Kurdistanê diguherîne.
Dewleta Tirk herî dawî 208 malbatên Tirkên Ahistî ku ji 703 kesan pêk tê, li navçeya Ahlat a Bitlîsê bi cîh kir. Ji roja damezrandina Komara Tirkiyê heta niha, dewleta Tirk ji bo guhertina demografiya Kurdistanê, gelek caran kesên ji Kafkasya, Efxanistan, Balkan û Herêma Behra Reş li Bakurê Kurdistanê bi cîh kirine.
Dewleta Tirk ne li herêmên Tirkiyê lê li Bakurê Kurdistanê biyaniyan bi cîh dike da ku nifûsa biyaniyan li Bakurê Kurdistanê zêde bikin û bi vî awayî demografiya Bakurê Kurdistanê biguherîne. Heman helwest û siyaseta dewwleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li herêma Efrînê jî berdewam e.