Amerîka: Heger Îran mûşekan bide Rûsyayê wê berteka me tundtir bibe

Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Kirby got ku heger Îran mûşekên balîstîk bide Rûsyayê wê berteka civaka navnetewî li hember Îranê lezgîn û tund be.
Kirby di brîfînga xwe ya rojnamevaniyê de, li ser îdiaya ku wê Îran mûşekên balîstîk bide Rûsyayê, axivî.
Şêwirmendê Ragihandina Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Kirby destnîşan kir ku “Hevkariya leşkerî ya kûr a Îranê û Rûsyayê ” wê ne tenê zirarê bide Ukraynayê, lê wê zirarê bide cîranên Îranê û civaka navnetewî.
Kirby diyar kir ku ew mijarê ji nêz ve dişopînin û nikarin vê îdiayê piştrast bikin û got: “Hûn piştrast bin ku heger Îran mûşekên balîstîk ji Rûsyayê re bişîne, wê reaksiyona civaka navneteweyî lezgîn û tund be”.
Kirby diyar kir ku heke hewce bike ew dikarin mijarê bibin Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û wiha got: “Emê bi mutefîq û şirîkên xwe yên li Ewropayê û yên din re di vebijarkên desttêwerdanê de li hev bikin”.