Cîhan

S-400: Çavê Rusya li Tirkiye ye

Sistema parastina ezmanî ya S-400 hêja pirsgirêka herî mezine di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de. Têzanîn ku Amerika qet ne dixwest ku Tirkiye vê sîstemê ji Rusya bikre û ev yek li dijê hemû prensîbên NATAO yê bû. Lê Tirkiye guh neda Amerîka û sistema S-400 ji Rusya kirî. Rusya beşek mezin ji vê sistemê anî Tirkiye.Hêja beşek ji sîstemê bo anîna Tirkiye maye û Rusya niha dixwaze beşê ku mayî veguhêze Tirkiye.

Qewl ewbû ku Sistema S-400 li Tirkiye mehsa Nîsana bûrî de bihata aktîf kirin û sîstem hêdî kar bikira. Lê pirsgirêkên navbera Amerîka û Tirkiye de bû sedem ku ev yek nehat kirin û dixweyê zû bi zû heta ku Amerika li dij be Tirkiye vê sîstemê bi kara nayne.

Cîgirê serokwezîrê Rusya Yuriy Borisov di vê derbarê de dibêje ku, mafê Tirkiye heye  doza veguhaztina beşê mayî bike û li gora medyayê Rusya di vê derbarê de hewldide ku Tirkiye zûtirîn dem vê daxwaza xwe bike.

Rojnama Rusî Moskovsky di nivîseka xwe de daye xûyakirin ku, serokkomarê Tirkiye Erdogan projeya aktîf kirina sistema S-400 di meha Nîsanê de daye sekinandin.

Niha jî du rê li pêşiya Tirkiye mane, yan dê pewendiyên xwe Amerikayê têkbide û bi temamî berê xwe bide Rusya û sistema S-400 bi kar bêne, yan jî dê sistema ku anîn Tirkiye di depoyan de bê hilanîn û pêwendiyên xwe Amerikayê baştir bike.

Back to top button