Polîtîk

Di navbera Erdogan û Perînçek de bazariyek heye

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu îro di kanala Fox a Tirkî de tevlî bernameyekî bû. Davutoglu di gotinên xwe de da xûyakirin ku, pêwendiyên AK Partî û Perînçek encama bazarîkî ye. Erdogan nikarê tu eyarekî bide serokê partiya Niştimanî Dogu Perînçek.

Davutoglu dibêje ku Dogu Perînçek wek ku desthilatiya heyî di destê wî de ye dilepite. Di derbarê pêwendiyên Erdogan û Perînçek de , Ahmet Davutoglu dibêje: Perînçek wek ku şirîkê desthilatê ye derdikevê himber civatê. Gelek balkêşe ku, em nikarin dîtinên xwe eşker bêjin û qedexeyek li ser me heye lê çi himete ku partiyek bûçûk ku ji hezare 25 e, rojeva Tirkiye tayîn dike.Serokkomar herkesekî bi rêve dibe  lê nikarê tu eyarekî bide Perînçek.Xwest eyarekî bide Şamîl Tayar lê Tayar lê Tayar wek wî nekir ji bo vê jî Tayar ji karê wî dûr kir. Ev tê wateya ku di pişt perdê de bazariyek heye. Serokkomar nikare derkeve himber xelkê û vekirî bêje ev partiya pîçûk divê hedê xwe bizanibe.

Back to top button