Polîtîk
Biryara Hikûmetê nîşanda ku Yekîtî (YNK) ne yeke

YNK li ser du bereyan da dabeş bû, eve jî piştî wê yekê hat ku beşek ji wan piştevanê biryarên Hikûmetê û tîma YNK li Hikûmetê dikin, ji aliyê din ve çend keseke din jî dijî biryarên Hikûmetê radiwestin ku YNK bi xwe têda beşdare.
Li vî derbarî de çavdêrên siyasî balê dikşînin li ser wê yekê ku eve nîşana eweye YNK piştî kongreyê jî nekariye xwe ji fireh helwestî û fireh biryariya berê rizgar bike.
Eve di demek daye, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê piştî civîna xwe da bi giştiya dengan biryara ragirtina temwîla wezaretan bi rêjeya % 21ê tenê ji bo vê mehê ragirt, eve jî ji bo eweye bikarê mûçe li ser fermanberan da dabeş bike.