Nivîsar

Rusya Tirkiye pûç dike û Tirkiye hewarê dighîne NATO

LI devera Idlibê hêzên rejima Suriye bi pişgiriya Rusya pêşve diçin, rojane cihên nû vedigirin. Piştî êrîşên dawî hinek xalên çavderiya Tirkiye jî mane di nava deverên ku ketiye di destê hêzên rejimê de.

Rusya li hevhatinên Astana û Soçî binpê dike û Tirkiye dixapîne. Lê lawazbûna Tirkiye rê nade ku vê rastiya xwe bibîne. Rusya bi awayekî taluka dide hinek pirsgirîkan û hêzên rejimê li Idlibê pêşve diçin. Li Idlibê gelek grubên cuda yên muxalefeta Suriye hene. Ew li dijê rejimê şer dikin, lê gelek cara şerê hevûdin jî dikin.

Di encama li hevhatina Rusya û Tirkiye hemû hêzên dijberên Suriye li Idlibê hatin kom kirin. Tirkiye soz dabû Rusya ku di demekî de hêzên wek Tehrir El Şam û hinek hêzên din ku wek terorist têne qebûl kirin bê çek bike. Lê Tirkiye tu cara ev soza xwe neanî cih. Ji xwe Rusya piranî vê yekê dike sedem û Tirkiye tawanbar dike.

Piştî êrîşên rejimê li dijê Idlibê pêşketîn û heta niha 700 hezar kes ji Idlibê koç kirine û bûne penaber. ihtimala 2 milyon kes ji Idlibê koç bikin heye. Piraniya van berê xwe didin sinorên Tirkiye. Ji xwe Tirsek a Tirkiye herî mezin ev e. Niha nêzikî 4 milyon benaberên Suriye li Tirkiye hene. Eger milyonek din jî bikeve ser, dê rewşa Tirkiye gelek xirab bibe.
Ji aliyek din ve Tirkiye hêzên gelek zêde rêdikê devera Idlibê. Serokkomarê Tirkiye dibêje: Em heta dawiya meha SIbatê muhletê didin rejimê ku hêzên xwe ji Idlibê vekişîne, eger venekişîne emê bi zorê wan derêxin.

Ev yek îdiayek mezine. Tirkiye li Suriye û hinek deverên rojavayê Kurdistanê bi milisên dijê rejimê şer dike. Tirkiye nikare balefirekî li ser ezmanê Suriye rake. Rusya bi hemû awayî pişgiriya rejimê Suriye dike. Tirkiye li Idlibê nikare şerê rejimê bike. Eger car carê bersivekî bide hêzên rejimê, ew jî ji bo hêdi kirina xelkê Tirkiye ye.

Bi awayek din Tirkiye ji rastiya hêza xwe behtir tevdigere. Ketiye di nava çalek navdewletî de û nizane dê çewe xwe jê derêxe. Li nava Tirkiye girêdayê siyaseta Suriye û rêkirina eskera ji bo Libya ne rihetiyek mezin heye. Ev yek dikare bandorek mezin li çarenûsê Erdogan bike.

Yanî bi awayek din têkçûna Erdogan û desthilatdariya wî bi awayekî girêdayê siyaseta wî ya derveye jî. Di bingehê xwe de Tirkiye li herêmê tenê maye. Dixweyê karê Rusya û Îranê jî gelek bi Tirkiye nemaye.

Van çend rojên heyetên Rusya û Tirkiye dicivin tu encamekî destve naynin û dixweyê dê neynin jî. Tirkiye xwe ji bo şerekî ki dijê rejimê amade dike. Ev yek dê ji bo Tirkiye çi bîne û çi neynê gelekî nayê zanîn.

Nûnerê Amerikayê yê Suriye James Jeffrey li gel heyetekî serdana Enqere dike. Dixweyê Amerika dixwaze feydê ji vê nakokiya Rusya û Tirkiye bibîne. Yekem rêya Tirkiye mayî veca ber bi Amerikayê ve biçe. Lê ev yek jî di çi mercan de çêdibe ne zelale.

Tirkiye behsa pişgiriya NATO dike. Berpirsên Tirkiye dibêjin ku li gora peymana NATO yê mafê wan heye ku NATO pişgiriya wan bike. Ev yek hemû piştî serdana James Jeffrey biçek din zelal dibe.

Nûçe/ Analîz

Back to top button