Polîtîk

Serokê Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Iraqê civiyan

Birêzan Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Iraqê tekez li ser hewldana ji bo çareserkirina kêşeyan û asayîbûna rewşa Iraqê û vegerandina aramî û rasterêbûna proseya siyasiya li welat kirin.

Êvariya îro dûşem 10/02/2020 li Hewlêr, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Mihemed Elî El Hekîm Wezîrê Derveyê Iraqê kir.

Li civînê de her dû alî pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên dinê welat guftûgo kirin û tîşk xistin li ser daxwaziyên rewayên xwepêşanderan li xizmetguzariyê û niha paşarojeke baştir û ew muameleya tunda rûbirûyê wê dibin. Tekez jî li hewl û hengavên ciddî yên ji bo nehiştina tundiya bi dengveçûna daxwaziyên xwepêşanderan kirin.

Nirxandina metirsiyên serhildana terorê û berfirehbûna tevgerên terorîstên Da’îş li çendîn navçeyên cûdayên Iraqê û girîngiya rola hevpeymaniya navdewletî ya ji bo yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna terorîstan, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê, rewşa navçeyê bi giştî û çend babetekî dinê ji bo her dû aliyan girîngbûn, beşekî dinê vê civînê bûn.

 

Back to top button