Nûnera Kurdistanê beşdarî têşta niştimaniya Amerika kir
Beyan Samî Abdurehman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerika beşdarî têşta taybet ya nizaya niştimaniya Amerika kir ku çendîn serkirdeyên Amerîkî û cîhanî têda beşdarî kiribûn.
Beyan Samî Abdurehman li ser rûpela xwe ya tora civakiya facebookê ragihand ku wê civînê de li gel siyasetvanên Amerîkî û cîhanî me beşdarî li helkefta xwarina têşta taybet bi nizaya niştimanî kirine ku salê carek birêvediçe.
Her wiha Beyan Samî Abdurehman got: Li vê helkeftê de Serokê Amerîka Donald Trump gotarek pêşkêş kir û Cîgirê Serok Mike Pence û Serokê Encumena Nûneran Nancy Pelosi û hejmareke zêdeyê ji Endamên Kongres û îdareya Amerîka û Nûnerên Hikumetên biyanî têda amadebûn.
Berdewamiya peyama xwe de got: Li vê helkeftê de me li gel hejmarek serkirdeyên siyasî û olî û guftûgo kir û di derbarê wê yekê ku çawa Kurdistan piştgîriyê li azadiya bîr û bawerî û olan dike û amadebaşiya Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê ku bibê beşek ji helmetên navdewletî ya ji bo azadiya bîr û baweriyê.
Beyan Samî Abdurehman dawiya peyama xwe de dibêje: Her li vê helkeftê de li gel xanima Sînem Mihemed Nûnerê Encumena Demokrasiya Suriye me hevdîtinek encamda.