Romana "Kela Hawaran" ya Zeynel Abidîn derket
Romana nivîskarê Kurd Zeynel Abidîn ya bi nave “Kela Hawaran” ji nav Weşanên HAN derket. Roman ji bîranînên nivîskarî û bûyerên serdema salên 1982-83 yên li Zîndana Amedê pêk dihê.
Wehşeta ku dewleta Tirk di navbera salên 1981-83`yan de li zîndana Amedê pêk anî û bi dehan Kurdên welatperwer di wê zulmê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi vebêjeke kûr û berfireh hatiye mijarkirin.
Roman ji 7 beş û 322 rûpelan pêk dihê. Di despêka romanê de kurtejjiyana nivîskar û çîroka nivîsandina vê romanê hatiye destnîşankirin. Roman bi van hevokên îthafkirinê ve dest pê dike.
KNN/Hawar Elî / Pukmedia
Jibo Selîm Dîndar
û hemî giyanpakên Kela Hawaran ku wan çi caran hêvî û rûmeta miletê xwe li erdê nehîştin…
Helbestvan û nivîskarê Kurd Zeynel Abidîn di sala 1961 de li Qereyazî hatiye dûnyayê. Piştî xwendina xwe ya amadeyiyê, li Zanîngeha Erzurmê li beşa Ziman û Edebiyata Farsî qeyda xwe çêkiriye, lê jiber bizavên xwe yên siyasî ya di nav tevgera Rizgarî de çendîn caran hatiye girtin û di dawiyê de li zîndana Amedê hatiye tewqîfkirin. Û Jiber vê jî derfeta berdewama zanîngehê nedîtiye. Di navbera 1982-83 an de di zîndana Amedê ya bi navê dîger 5. Noliyê de bi tevî hezaran Kurdên şoreşger û welatparêz ew zulm û wehşeta ku ji aliyê hêzên leşkerî yên dewleta Tirk ya dagirker dihate çespandin jiyaye. Ev bîranîn-roman bi tevayî ji jiyan û şahidbûna wan zulm û wehşetan hatiye nivîsandin.
Zeynel Abidîn piştî derketina ji hefsê, ev car jî li Zanîngeha Enqerê beşa Felsefe xwendiye û dû re çend salan li bajarên Kurdistan û Tirkiyê di amadeyiyên tay-betî de wek mamosteyê dersên grûba felsefe xebitiye.
Heta niha gelek berhemên roman, helbest û wergerî yên nivîskarî hatine weşandin. Binefşên Tariyê, Girava Stêrkên Vemirî, û Bigrî Heval romanên wî yên heta niha weşandî ne. Dîwanên wî yên helbestê wek Agir digrî, Çemê Keseran, Dûr û bê Qesem, Xezala Warê Germiyan, Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî jî berê niha hatibûn weşandin.
Nivîskar li Berlîn dijî, wek edîtorê Weşanxaneya HAN dixebite û kar û barên xwe yên nivîsariyê berdewam dike.
Nasnameya pirtûkê
Kela Hawaran * Zeynel Abidîn
© Han-Grafik & Zeynel Abidîn Han
Çapa 1.
Berlîn/Çille-2010
Weşanên Han – 18
Roman- 11
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
322 Rûpel
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Bülowstr. 56-57, 10783 Berlin
Tel.: 00 49 (0) 30 23 55 25 40 00 49 (0) 30 23 55 25 40
Fax: 00 49 (0) 30 23 55 25 41
ISBN: 978-94040997-02-3
Biha: 12,00 €
Beşek ji destpêka romanê….
Beşa 1
Rêwîtiya ber bi dojehê
Qirbaç û êş
rûyekî mirov e,
rûyê din jî derew
û inyada bê radest
jibo kesên rast mayî!
…
Ez jibîr nakim û ji bîr nabe
Rojeke havînê bû, di nav erebeya cinazê ya leşkerî de em sê kes yên destên wan ji para kelemçekirî û bi hev girêdayî, bi teq û reqînên erebê ve berev hefsa Amedê diçûn. Jixwe navê wê hefsê ji mêj de bi nav û deng e, hefsa Ame-dê di wan deman de wek „zîndanên 5 Nolî” hatibû bi navkirin! Çima wisa hatibû binav-kirin? Nizanim, lê tiştekî pir baş dizanim ku jibo me navê herî erjeng ew bû…
Zîndanên 5 Nolî…
Eslen erebeyeke cemseya leşkerî bû ew, erebyeke ji panzer hatiye afirandin û jibo hef-sê bikar dihanîn. Hundirê erebê wisa tarî û sergirtî bû ku, girtiyan jî navekî wisa lê kiri-bûn:
Erebeya cinazê…
Berî ku me li wê erbebê bikin, di qawûşa me ya cîhê binçavkirî de ku jê re digotin Îstîh-kam, hevalekî min yê wê derê ji min re wisa gotibû:
„Gava we dibin hefsê, ew dê we li erebeya cinazê bikin, di leza ewil de eger dikarî xwe hînê wê erebê bike!”
Hevalê min yê bîst rojan…
Lê bîst rojên çawa…
Bîst rojan me mîna herdu bira bûn, nivînên me li gel hevbûn, me pêkve xwarin dixwarin, suhbet dikirin, me pêkve şikenceyên bi roj û şevan yên lêpirsîna polêsan kişandin…
Mirovekî pir ezîz bû. Gelek heyîf, ji wê roja çûna min ya ji Îstîhkamê û şûnde, min êdî ew nedît. Bi kû ve çû, çi hat serî, hat berdan yan hat wendakirin? Nizanim…
Xortekî pir hêja, jidil, şoreşgerekî rast be rast! Batmaniyekî ji hizba KUKê bû. Ew demeke dirêj li 5 Nolî mabû û paşê serbest hatibû berdan. Lê çi serbestî, hîna neçûye mala xwe, ji nû ve ew binçavkiribûn û anîbûn Îstîhkamê. Jixwe wî jî digot:
„Bira, çer hebe piştî çend rojan em dê li 5 Nolî hevûdu bibînin. Xeman nexwe.„
Min jî gotibû;
„Bira, Xwedê neke, madem ez diçim, qet nebe tu nehê, ma tu kêm mayî li wê dojehê, te hindek kişandin?”
Em pêkve keniyabûn…
Di nav paşerojeke bi êş tijî û pêşerojeke nediyar de me bi veşartina xem û tirsên xwe yên bê hawar keniyabûn…
Wî nizanim, lê jibo min? Min dê ji kû ve zanîba ku ev keniya min ya dawî ye û belkî bi du salan bes rojekê jî ez dê nekenim, yan jî belkî bikenim, lê ew keniya min wek kela-giriyê be?
Di nav erebeya cinazê de çend leşker he-bûn, me nedizanî! Texmîn dikim, qasî pênc-şeş lezan (deqeyan) me dengê wan nebihîstin, yan jî em bêjin, dengê wan wisa hişk nedihate me. Bê deng bûn, yan jî me wisa hîs dikir. Di nav hesten wisa serûbinbûyî de mirov dengî jî, bêdengiyê jî caran nikare ji hev veqetîne. Lê piştî lezekê, bi yekser dengê leşkerên li cem me bilind bû.
Diqêriyan:
„Kurê qehpiyan, vaye em hatin nêzîkî hefsê, xwe amade bikin hêy miriyên ji destê me. Hûn dê bibînin ka em dê çawa cîhana we tarî bikin, yek bi yek li we tecawiz bikin… Hûn dê leşkerê Tirk li vê derê nas bikin lawo, xayînên welatî, xwînheramên vî welatê warbihişt, hûn dê bibînin.”
Yekî din jî dest bi qêrînê kir û di heman de-mê de bi hemî hêza xwe ve copê xwe li sere mibn, pişta min, milê min dixist:
„Kuro, dijminê ala min, dijminê miletê min, tu dê niha bibînî ku dijderketina leşkerê Tirk yê bi şeref çi ye?”
Dema diqêriya, bi copê xwe ve û bi hemî hêza xwe ve li ser milê min, serê min, rûyê min, hema kû derê laşê min biketa fersala wî lêdixist. Piştî çend darbeyan, ez jiber êş û janên ji nişka ve hatî, li erdê ketim. Min jî qîrîn kirin. Hawar kirin… Lê ji aliyekî ve jî dixwezim fêm bikim, ka ev çi ye dihê sere me? Li gel hemî aşkeretiya zulma destpêkirî, dîsa jî min wisa texmîn dikir ku ew dê niha piştî çend darbeyan birawestin.
Mala minê, min çi xeletiyeke mezin kiriye.
Min texmîn kir û min nedizanîbû ku di jiya-na min de piştî vê lezê êdî hemî texmînên min wê derew bin û divê ez qet xwedî hêviyekê nebim. Helbet di vê gavê de li herdu hevalên min yên li cem min jî dixistin, lê jiber ku ça-vên me bi pîneyên reş û qalind hatibûn pê-çandin, kes kesî nedidît, lê qêrîn û nalînên me tevlî hev dibûn.
Di erebeya cinazê de yekemîn şoka me hîna derbas nebûbû, ku yekser deriyê paş erebê bi dengekî mîna teqîneke pir mezin hat vekirin. Çavên me hîna girtî bûn, lê bi vekirina deriyê ve ronahiyeke zirav û zeyîf li ber çavên me ketibû. Qêrînên bêtir bilind û hişk ji jêr diha-tin ev car.
Bi Tirkî çêrê me dikirin:
„Van berxên virnî daxînin jêr!”
„Way way way, tu li van keçan binihêre, tu li van keçên xama, way way…”
“Çavê xwe veneke lawo, tu jixwe yê min î, were hundir, ez dê çavên te jî vekim, cîgerên te jî derxînim!”
“Lawo tu dizanî ez kî me? Ji min re dibêjin xwînmij!!!”
„Ew jî tecawizcî ye ha, baş nas bike… Navê wî jî mix… Di hestiyan re diçe…’
Êdî şokeke din bi me çi tişt nedikir, jiber ku dema pêş û paş ya di şokê de, navbereke aramî tunebû, şok li ser şokan dihatin. Jiber vê jî êdî me qet tiştekî seh nedikir û ev yek hesteke pir bi jan bide me jî, me hêdî hêdî fêm dikir ku vaye em hersê heval pêkve dikevin navenda cihenemeke ji aşîtên agirî…
Em hersê heval wek çewalên kartolan ji jor de hatin avêtin. Hevalêkî di ser min de ketibû, solê wî hatibû ser rûyê min û lêvên min xwîn dikir. Mîna ku devê min pelixîbû… Leşkerên hefsê, li gor dengên wan, bi ya min wek qere-balixiyeke pir mezin dihate min. Ji min wetrê, sed û du sed leşker di ber serê me de kom bûne. Bi gurmik, cop û dar û bi lêdanên bê ser û ber, em çawa ji erebê hatibûn pêya kirin, çawa di demeke wisa kin de em anîbûn bûroya hefsê û çavên me vekirbûn…?
Min bi xwe qet tiştekî fêm nekir. Li gor şewata dojeha em tê de, diviyabû hemî hestên başî ji laş û giyanên me derketiba û çûba, lê dîsa jî di dilê min de, di koşeyeke biçûk de hêviyek hebû, ku ev lêdan û berjêrkirin bê hesab wê bi çend lezan bikişîne û paşê em dê herin qawûşên xwe û ji van zalimên bê mer-hamet, ji van makîneyên zulmê û ji van zebaniyên dojeha dagirkeriyê rizgar bibin.
Ka min di destpêkê de gotibû, ku bi tex-mîna xwe ya yekemîn ya li vê hefsa zulmê ve min xeletiya herî mezin ya jiyana xwe kiribû. Mixabin min xeletya dûyemîn ya jiyanê jî kir.
Lê divê ez we hişiyar bikim ku ji vê û pê ve wisa xeletiyan bikim ku êdî hêjmartina wan ne mûmkûn be. Jiber ku kiryarên zulm û hovitiya bê nimûne yên leşkerên Tirk yên vê hefsê êdî nedihate hêjmartin…
Li bûroya hefsê, li cîhê qeyîdkirina girtiyan çavên me vekirin, yan jî ez wisa dizanim. Belkî di vê hengameya lêdana me de ew bi xwe jî, ji çavên me şiqîtîbûn û ketibûn, lê em êdî di bûroya sedvanê (yüzbaşî) navdar Esat Oktay Yildiranî de bûn.
Hîna em nehatibûn vê derê jî, me navê vî zilamî dizanîbû, Esat Oktay di navbera hemî girtiyên binçavkirî yan jî kesên li dewr û be-rên Amedê bi fîrarî dijiyan de navdar bû.
Yekî çavkesk bû Esat, rûyekî wî yê sor û dirêj hebû, hinek jî kose xûya dibû, lê ne kose bû. Porê wî çûr û sêyrek, çavên mezin û veki-rî… Yekî kin bû jî, yanê nêzîkî erdê bû. Lê serê wî daîm çikandî, mîna ku bi zanebûnî dixwest xwe wisa bide xûya kirin, ma ne ew Tirk e û divê daîm serê wî li jor, nihêrînên wî mîna baz be.
Jixwe piştî çend lezan ku wî nav û paşna-vên me pirsiyar kir, êdî dawî li wan karên bê wate anîn û wisa got:
„Em Tirk kurê Tirk in, hûn jî Tirk in, lê we xiyanetî kir, we qehpetî kir, jiber vê jî divê em ji nûve we serrast bikin, we bikin mirov. Jiber ku hûn ne mirov in, hûn heywan in. Eger hûn ji wir derkevin, gerçê ez qet texmîn nakim, hûn dê bibin mirov û paşê jî bibin Tirk kurê Tirk… Ji hemî hest û hizrên bênamûsî, kirêtî û xayîntiyê zelal bibin û bibin Tirkên saf û paxij.”
Li cem wî, serbazek û çawûşekî û dusê jî gardiyanên leşkerî hebûn.
Esatî emir da wan û got:
„Hadê kurê min, van bikin mirov…”
Bi vê fermanê ve zîndan hilweşiya, mîna ku ji jor de aşîteke ji agir di ser me hersêyan de dest bi barînê dikir.
Na na, ji asîman lehiyên ji agir di ser me re dihat û em jî tê de mîna teyrên birîndar wen-da dibûn û diçûn…
Serbazî bi dengekî tund emir da me:
„Cil û berg, hemiyan derxînin.”
Me dest bi derxistina cil û bergên xwe kirin. Li her aliyên me leşkerên gardiyan yên hefsê tijî bûne, her yek darekî, copekî, kulmekî li me dixin. Ev der mezbaxane ye û em jî berxên li ber serjêkirinê ne…
……
Beşeke din ya ji romanê..
…
Min bavê xwe dît…
Li cem wî yekî Dêrsîmî, yekî mîna derwîş, ji dûr ve diyar dibe ku ji Babemansûran e… Li ber wan sofrayeke raxistî, rûnîştine şîvê dixwin…
Herdu pêkve rabûn piya. Gava min destê bavê xwe girt, bavê min ez sekinandim:
„Tu berê biçe destê sêyîdê me… Sêhûsênê Babemansûr ev xalê te…”
Gava bavê min jimin re ev gotinên ecêb digotin, em herdu jî li ber girîneke wek le-hiyan de bûn. Lê bavê min xwe digirt, jixwe min di jiyan de xwe bes carekê girîna wî dîti-bû. Min dixwest ez qala wan zulmên li ser min bikim ku min çawa xwe bi Xizirê Kal girtiye û wî jî çawa merhamet û evîna mezin ya dayka min bo min daye sehkirin û gotina dayka min ya „lawê min zirarê nede xwe û hevalên xwe” aniye bîra min û min bi vê şîreta herî pîroz ya dayka xwe ve çawa li hemberî zebaniyên hefsa Amedê li berxwe daye û derfeta bêrûmetkirina xwe nedaye wî serbazê şikencekar yê bi navê serbazê boksor… Lê min qet behsa van tiştan nekir, hem teqeta min ya axiftinê nemabû û hem jî li ber wêneyekî wisa pîroz û evrayî de bûm ku min nexwest bi van kiryarên kirêt yên Tûraniyan vê sifreya dostanî û biratiya „Rêya heq” ya Kurdewariyê xirav bikim. Piştî ku min destê Sêhûsênê Babemansûr maç kir, ez çûm destê bavê xwe. Bavê min jixwe destê xwe nedida, me hevûdu hembêzkir. Serê min li ber singê bavê min yê dilcewahîr û bi keder asê bû û wisa ma…
„Tu bi xêr hatî kurê min yê ezîz, bi ser serê min û ser herdu çavê min hatî, birayê hêviya min, tu bixêr hatî rûmeta min… Êdî xeman nexwe. Qet xeman nexwe! Tu rûmet û şerefa me yî, kurê min…”
Paşê vegeriya Sêhûsênî û berdewam kir:
„Tu dizanî Pîro, lawê min yê Xwedêjêrazî, îro li hemberî dadgeha Romiyan çawa qise kir. Eger te ew guhdar kiriba, bawer bike, te dê bigota ev bes bi alîkariya Şahê Merdan li piya disekîne. Wisa bê minet, wisa jidil û feda-karane diaxifî ku, yek bi yek mirovayetî û hiqûq fêrê dadweran dikir…”
Pîro bi tevî girnijîneke wek girî dua dikir…
„Şahê Merdan her dem bi te re bû, wê her dem bi te re be jî…”
Pîro rast digot. „Şahê Merdan” her dem bi min re bû û min vê gavê bi tenê bi hebûna hêza evîn û şewqeta wî dikarîbû ev jiyana nahête kişandin berdewam bikim.
Lê Pîro nedizanî ew Şahê Merdan jibo min bavê min bû û bi rûyê xwe yê bi bawer, bi evîn û kederkêş li ber min mîna çiyayê Zagros radiwestiya…
Ez li Çiyayê xwe vegeriyam, min li hundirê çavê wî mêze kir. Min qet peyvek negotibû, Şahê Merdanê min çi bavekî rêheval bû, birayekî bi hezaran sal bira, wî ji derdê min fêm kiribû û ew jî li nav çavên min mêze kir û got:
„Hêviya xwe bide jiyandin kurê min, ew li benda te ye…”
Bavê min bi vê gotina xwe ya feylesofî belkî çi tiştên mezin yên bi wate xwestibû bi min bide fikirkirin, lê min bi vê gotinê ve yekser fêm kiribû, ku Rindê li benda min e… Êdî bavê min çi xwestibû bêje, min serê xwe tê de nehêşandibû. Ne ew mecala min hebû û ne jî ew sebra min. Ew roja me herduyan, ew mû‘bûna me herduyan, ew dilşadiya xezebê ya min û Rinda min hatibû bîra min û di ser dilê min de hêviyeke ji her demê û ji her çaxê mezintir û dijwartir, hêviyeke bêdawî dest bi jiyanê dikir û ji min re wisa digot:
„Li Kela Hawaran pir tişt hatibe kuştin jî evîn nahête kuştin, hêza çi artêşan têra vê yekê nekiriye…”