Kultur

Kultura Xwarinê ya Kurdan

Kitêba kurdologa îtalyan Mirella Galletti û Fuad Rahman a bi navê ‘’Kultura Xwarinê a Kurdan’’ ku 2008an bi îtalyanî derketibû, vêga bi zimanê tirkî ji nav weşanên Avesta derket. Avesta bi vê kitêbê dest bi rêzeke nû dike: SERÇAVAN / MIDBEX.

Di vê rêzê de ê kitêbên xwarinê bi taybetî xwarinên kurdî, bi zimanê kurdî û tirkî derkevin.

Mirella Galletti li Unîversîteya Napoli doçenta dîroka welatên misilman e. Fuad Rahman jî kurdekî  Kurdistana Başûr / Kerkukê ye û ev demeke dirêj e li Torino bi navê Kerkuk Cafe restoranek vekiriye û bi çêkirina xwarinên kurdî, ereb, îran û tirk re mijûl e.

Kitêb ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekê de Mirella Galletti bi awayekî giştî li ser adedên kurdan ên xwarinê, kultura midbexê, giya, şînahî û xwarinên loqal ên Kurdistanê disekine. Beşa diduyan bi nêrînek dîrokî ji dîmenên xwarinê ên edebî pêk tê. Ji Mem û Zîn ta bi Ereb Şemo û seyyahên ewrûpî ên kevn beşên li ser xwarinê nîşan dide.  Beşa sisêyan ku ji aliyên Fuad Rahman ve hatiye amadekirin, ji tarîfa xwarinan pêk tê.

 

Kürt Yemek Kültürü

Mirella Galletti&Fuad Rahman

İtalyancadan Çeviren: Fuat Serdaroğlu

ISBN: 978-605-5585-04-4

19.5×13, 144 sayfa, 10 TL

www.avestakitap.com

Back to top button