Civak

Rola Talebanî nayê jibîrkirin

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê bi boneya koça dawî ya Celal Talebanî belav kir û tê de ragihand: “Mam Celal roleke giring û ji bîr nekirî hebû di şoreşa Kurdistanê û têkoşîna demokrasiyê li Iraqê de û xwediyê navbangeke cîhanî bû.”Îro sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Îro gelê Kurdistanê û Iraqê, azadîxwaz û têkoşrekî mezinê azadiya Kurdistanê û demokrasiya Iraqê ji dest da ku ew jî cenabê Mam Celal e. Bi vê boneyê ez pirse û serxweşiyên xw eû Hikûmeta Herêma Kurdistanê digihînim hemû gelê Kurdistanê, gelê Iraqê, Hêro Xan û kek Qubad Talebanî û kek Bavil Talebanî û hemû malbata cenabê Mam Celal Talebanî û polîtboru û serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê.”Nêçîrvan Barzanî herwiha daye xuyakirin: “Cenabê mam Celal roleke mezin di şoreşa Kurdistanê de hebû, her ji temeneke zû ya lawîtiya xwe de tevli tevgera rewşenbîrî û siyasî ya Kurdistanê bû, weke serkirdeyekî rola wî di xebata Partiya Demokrata Kurdistanê de hebûye û damezrênerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bû ku hevşan li gel Partiya Demokrata Kurdistanê roeke giring di sores, diristkirina Eniya Kurdistanî, Raperîn û parastina dezgehên demokratîk û rewa yên Kurdistanê de dît.”

Back to top button