Civak

Koça dawî ya mam Celal valahiyeke gelekî mezin dirust dike

Bi ji bo koça dawiyê ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke hevxemiyê arasteyî YNKê û welatiyên Kurdistanê kir û ragihand, koça dawiyê ya Mam Celal bêgûman valahiyeke gelekî mezin dirust dike.Di peyama Mesûr Barzanî de hat: “Bi mixabinî, nûçeya nûçeya koça dawî ya Birêz Serok Mam Celal gihêşt me, bi vê boneyê pirse, serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî malbata birêz Mam Celal, serkirdayetî û tevahiya kardro û endamên YNKê û welatiyên Kurdistanê dikim. Xwedê sebrê bide hemû aliyan.”Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got jî: “Birêz Mam Celal kesayetiyekî bi bandor ê meydana siyasî ya Kurdistan, Iraq û navçê bû. Bêgûman koça dawiyê valahiyeke gelekî mezin dirust dike. Hêvîdar im bi yekrêzî û xebata bêrawestandin ji bo bidestxistina hêviyên dêrîn ên gelê me, ku hêviya ji mêj a Mam Celal bû jî, bikarin giyanê bilind ê birêz û tevahiya şehîdên Kurdistanê şad bikin.” 

Back to top button