
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Celal Talebanî ji gelê Kurdistanê re peyameke televîzyonî pêşkêş kir.Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de xemgîniya kûr a xwe li hember koça dawî ya serkirdeyê Kurdistanê û hevalê xwe yê dêrîn anî ziman û serxweşî li tevahiya gelê Kurdistanê, malbata wî, hevjîna wî Hêro Îbrahîm Ehmed û her du kurên wî Bavil û Qubad Talebanî kir.Serok Barzanî herwiha di peyama xwe ya îşev de got: “Ji destdana serkirdeyekî mezin weke Mam Celal zirareke mezin e bo gelê Kurdistanê.”Barzanî diyar kir, ku wî dosteke xwe yê dêrîn ji dest da û tekez kir: “Di qonaxa têkoşînê û xebata bo rizgariyê de min û Mam Celal, me qonaxên gelek nexweş derbas kirin.”https://youtu.be/e-r0XjUdCdg