Nivîsar

Rola Barzanî dîrokî bû

Wek tê zanîn eve zêdeyî heşt mehan e, piştî hilbijartinên Iraqê hukumet nehatî avakirin. Li cîhanê tevê dema hilbijartin çêdibin piştî hilbijartina parlemento civîna xwe dike û prosudûra pêwîst çibe ew tê kirin. Lê li Iraqê piştî hilbijartinan ti hewldanan encam neda û hukumet nehat avakirin. Bivê nevê vê yekê valehiyek hukukî li Iraqê peyda dikira.

Kurda piştî hilbijartinan bi însiyatîfa serokê Kurdistanê yekitiyek di nav xwe de pêkanîn û daxwazên xwe ji bo hemi partiyên din yên Iraqê bi awayek zelal dan xûyakirin. Herî dawî serokê Kurdistanê  hinek pêşniyar kirin û pêşkêşî hemi aliyen din yên Iraqê kirin. Lê her cardin hukumet nehat avakirin. Ji serokê Amerîka heta dewletên herêmê daxwazî ji serokê herêma Kurdistanê kirin ku, ew kesayeta xwe ya cihê baweriyê û însiyatîfa xwe kar bîne û hewlbide ku hukumeta Iraqê rojek zûtir bête avakirin.

Ji berî çend roja serokê Kurdistanê ji bo avakirina hukumetê dest kar kir, û gelek hevdîtinên du alî pêkanîn. Hewlera peytexta Kurdistanê bû nawende gengeşeyên avakirina hukumeta Iraqê. Piştî gelek dayîn û standin serokê herêmê daxwaz ji hemi aliyan kir ku civînek hevbeş bête kirin. Li Hewlêr di serokatiya serokê Kurdistanê de hemi aliyên Iraqî li hev civiyan û pirsgirêka hukumetê gengeşe kirin. Ev civîna yekem bû ku hemi aliyên siyasî Iraqî beşdariyê dikin û bi hevre li dora maseyek girover kom dibin û rû bi rû avakirina hukumetê gengeşe dikin. Di vê civînê de hîmê avakirina hukumetê hate danîn.

Roja din civîn li Bexdayê berdewam bû û herweha cardin civînên li Bexdayê di ofîsa serokê Kurdistanê ya li Bexdayê de pêkdihatin. Aliyek civîna hevbeş dihat kirin û ji aliyek din serokê herêma Kurdistanê hevdîtinên du alî pêkdanîn û ji bo avakirina hukumetê  hewldidan. Di encam de hate ragihandin ku, aliyên siyasî li hevhatine û parlementoya Irakê dicive û hukumet jî tê avakirin.

Serok Barzanî piştî civîn dawî hatin konferansek rojnemevanî li darxist û di têde li hevhatina aliyên siyasî yên  Iraqî ragihand. Barzanî di axavtina xwe de got: Postên serokatiyê hatine belav kirin. Kurd şanaziyê dikin ku pirsgirêka Iraqê ya herî mezin li ser destê kurda hate çareserkirin. Serokatiya komarê ji kurdan re ye, serokwezîrî ji hevpeymanîya niştimanî re û serokatiya parlementoyê jî ji Eliraqiyê re ye.

Herweha serokê Kurdistanê ragihand ku wan wek kurd 19 daxwazî pêşkêşî aliyên Iraqî  kirine û ev daxwaz hemi hatine qebûlkirin. 

Gava serokê herêma Kurdistanê li hevtina aliyên siyasî ji bo avakirina hukumeta Iraqê ragihand, çavê cîhanê û dewletên herêmê hemûyan lê bû. Ev gavek dîrokî bû. Barzanî ji cîhanê re jî da xûyakirin ku, kurd li iraqê û herêmê de heyînek gelek girîngin û di siyaseta herêmê de rolek mezin û berbiçav dileyzin.

Bê goman ev serketina serok Barzanî destkeftiyek gelek mezine ji bo îtibar û siyaseta kurdan teva. Divê ev helwesta Barzanî baş bête nirxandin  û li gora vê yekê jî hinek buyer bêne şêrovekirin. Li Iraqê nexweşîyek mezin hebû, kesekî nizaniya ku dê ev prosesa nexweş ber bi kûve here. Gelek seneryoyên tarî ji bo Iraqê dihatin nivîsandin. Lê serokê Kurdistanê karî hemi seneryoyên tarî vale derêxe û heviyek nû gelên Iraqî û Kurdistanê re peyda bike.

Bi insîyatîfa serokê Kurdistanî Hewlêr bû nawenda avakirina hukumeta Iraqê. Ev yek bi sere xwe bûyerek gelek girîng bû û ji bo role kurdan heremê û Iraqê de tiştek dîrokî bû. Ji herkesekî behtir dive kurd role serokê Kurdistanê yê dîrokî baş binirxînin û ew kesayet dikare bibe hêviyek ji bo çareseriya pirsa kurd li beşên din yên Kurdistanê jî.

12.10.1010
Dara Bilek

Back to top button