Rojnameya Jerusalem Post raporek li ser Kurdên Sûriyê weşand
Rojnamevan Yonathan Spear, ku ji rojnameya Jerusalem Post re kar dike, raporek fireh li ser rewşa Kurdên Sûriyê bi tevayî weşand. Yonathan Spear di rapora xwe de behsa serjimartina awarte ya sala 1962an dike, bê çawa pêk hat û Kurdên Sûriyê ji nasname, mafê kar û niştîmaniyê bêpar kir.
Herwiha baş li ser kembera erebî jî nivîsî, ku ew pîlan bi destê hêmanên Partiya Bas hati bû pêkanîn, û çawa gundên Kurdan ji wan standin û dan Ereban, da ku demografiya herêmê biguhêrin. Herwiha li ser qedexekirina navên kurdî û erebkirina navên gund û bajarên kurdî jî axifî. Ewî rexneyek giran li welatên rojava (Ewropa) kir, ku çawa ew van stemkarî û çewisandan di derheqê Kurdên Sûriyê de guhnedan dikin.
Paşê li ser serhildana 12ê Avdara 2004an nivîsiye û di raporê wiha gotiye: Piştî yariyek gogê hêmanên hêzên ewlekariya Sûriyê agir berdan şarewerên kurd û di encamê de gelekan jiyana xwe ji dest da û paşê gelek hêzên artêşa Sûriyê tev çekan derbasî herêma Kurdan bûn.
Li dawiyê li ser van çend salên borî axifî, ku çawa gelek Kurd bi destê hêmanên ewlekariyê hatine kuştin, nexasim di Newroza 2009an de, ku li bajarê Reqayê êrîşî welatiyên kurd kirin û agir berdan wan û di encamê de keçek pazdehsalî jiyana xwe ji dest da.
(civat)