Polîtîk

Heron, artêş û PKK…

 

Hûn dizanin, rojnameya Bugûnê nûçeyeke girîng weşand.

Pîlotekî serpêl li pîlotekî yarbayî digere û jê re wisa dibêje: „Firokeyên Heronê cîhên PKKiyan destnîşan kirin, em gelek wendayî didin, wê Heronê bixînin!” û ev axiftin ji layê Teşkîlata Îstîxbaratî ya Netewî – MÎTê ve hatiye qeyîdkirin û bo sererkaniya artêşa Tirk jî hatiye şandin.

Serbazê Tirk, jibo rizgarkirina „PKKiyan” yan jî ew leşkerên ku „ketine nav cil û bergên PKKiyan” daxwez kirbû ku bila firokeya Heronê bihête xistin.

Wezîrê Parastinê jî bi rojnamevan Lale Kemalê re axifî û ev bûyer piştrast kir.

Dûhê, rojnameya Bugûnê, aliyekî din yê vê bûyerê jî derxist meydanê.

Serbazê Tirk, berî ku bi yarbayî re biaxife, bi generalekî îstîxbaratvanî re axifiye.

Ew general pişt re li bajarê Çanakaleyê hat ser erka fermandariya wê deverê.

Di vê artêşê de serbazên wisa hene, ku jibo parastina ew hêzên ku wan wek „dijmin” bi nav dikin, dixwezin „firokeyên xwe” bixînin.

Serokerkaniya artêşê jî ji vê bûyerê re negotiye, „Ma ev yek çawa çê dibe?” û ev bûyer wek tiştekî îhdiyadî qebûl kiriye û her wisa akterên vê bûyera ecêb erka xwe ya di artêşê de berdewam kirine.

Me jî ev nûçe bihîst û me pirsiyarên wisa kirin: “Gelo ev kesên ku ji layê serbazê Tirk dihêtin parastin, PKKyî bûn, yan leşkerên bi cil û bergên PKKiyan bûn? Erka wan çi bû, bi kû ve diçûn?”

Serokerkan devê xwe jî venekir û tiştekî negot!”

Medya jî bêdeng bûbû!

Rojnameya Bugûnê ev bûyer bi manşêta „Xiyanet” da û du bersiv bo wê hatin.
Bersivekê ji dozgerê leşkerî hat û ew jî jixwe jiber ku ev bûyer lênepirsiye dihête tawanbar kirin.

Ew dozgerê leşkerî jiber ku jiber sûcekî din niha girtî ye, bersiva xwe jî bi destê parêzerên xwe daye beyankirin.

Wî di daxûyaniya xwe de digot ku MÎTê qeydeke wisa ya vê axiftinê şandiye wan û ew dengê qeyîdkirî û gelek dengên serbazên di artêşê bi hemî derfetên teknolojiyê ve hatiye liberhevdan û lêpirsînkirin, dengê gelek serbazan li vî dengê di qeydê de şiviyaye, û di gava ev axiftina qeydê qewimiye, tam di wê demê yek ji van serbazan di derveyî welatî de bûye û yê din jî di bizava firdanê de bûye.

Lê dozgerê leşkerî qet behsa wî generalê nedikir.

Û qet behs nekiribû, ku eger ew kes ne ew sûbay bin, baş wê çaxê ew kes kîj serbaz bûn. Her wisa dogeriya leşkerî ev erka xwe îhmal kiribû û qet lêkolîn jî nekiribû.

Bersiveke din ya jibo vê nûçeya Bugûnê, ji cîhekî wisa hat ku em gelek matmayî man: Ji rêvebiriya PKKê hat.

Rêvebirê PKKê eynî wisa digot: „Rojnameya Bugûnê nûçeyeke derew belav dike!”

Jibo ku ev tesnîta xwe bi hêz bike, wisa berdewam dikir: „Eger ev nûçe rast bûye, ew serbaz bi tawanbariya xiyanetkariyê ve dihatin darizandin!”

Jixwe mesele jî ev e… Rojnameyên Bugûn û Taraf li pey dikevin ku gelo çima Serokerkaniya artêşê bi rengekî cidî ev bûyer lênakole?

Em di ser artêş û serokerkanê de diçin û dipirsin; „We çima ev bûyer biu cidiyet lênekolaye?” û PKK bersiva me dide; „Jiber ku nûçe derew e!”

Niha ez dixwezim ji wî rêvebirê PKKê pirsiyar bikim.

Parastina Serokerkanî çima dibe erka te?

Çima tu jibo parastina serokerkanî ew qas bi telaş dibî?

Serokerkan li ber vê pirsiyarî bêdeng dibe û çima tu diqêrî û dibêjî „ev nûçe derew e!” Ev qxiftin di navbera du serbazên li Enqerê derbas bûye û ji layê MÎT jî hatiye qeyîdkirin, baş e tu ji kû dizanî ku ev nûçe derew e?

Rêvebirê PKKê daxwez dike ku bila amborgo bihête ser Tarafê û kes wê nexwîne.

Hem bi telaşeke mezin parêzeriya Serokerkanî dike û hem jî dibêje „Rojnameya Tarafê şerê psîkolojîk dimeşîne!”

Em vê ûslûba bêrêz û xwenenas nas dikin, generalên Serokerkaniyê jî ev ûslûb li dij me bikar anîn.

Çi hikmet e, ku di vî welatî de kesên xwedî „çekan” bi heman şêweyî ji „rastiyan” ditirsin.

Serokerkaniya Tirk li hember me amboargo bikar dihîne, PKK jî dikare vê yekê bike.

Em qet şaşmayî nabin, ku PKK hem dixweze sûcekî Serokerkaniya Artêşa Tirk temîz derxîne û hem jî mîna serokerkanyê, li hember me ambargo bikar bihîne. Lê ev yek nikare me ji lêkolîna rastiyan vekişîne.

Em dizanin,  em di welatekî wisa de dijîn, ku mirov ji paş serê xwe dihên gulebarankirin û kuştin, lê ev yek ne xema me ye, hêrsa me ji tirsa me mezintir e, em li hember xapandina mirovan û tirsandina wan bi hêrs dikevin.

Jiber vê yekê jî heta ku em rastiyan bibînin, em dê berdewama pirsiyaran bikin.

Wî serbazî hewildana parastina çi kesan dikir, “ew kesên di nav cil û bergên PKKê de kî bûn?” bi kû ve diçûn û erka wan çui bû?

Bila serokerkaniya artêşê û hikûmet bersiva van pirsiyaran bide.

Rêvebirya PKKê jî dev ji van gotinên tewşo mewşo berde û jibo gelê Kurd bila aşkere bike ku çima ew qas ji rastiyan ditirsin?

Ahmet Altan

Werger: KNN/Zagros Baran

Chavkanî: Taraf

Back to top button