Polîtîk
Hêdî zarok di dagehên taybet de nayên dadgehkirin
Ji bo zarokan qanûna heyî hate guhertin. Guhertinên çêbiyên bi awayekî rê li cezakirina zarokan digire. Berê zarokên ku di xwepêşandanan de kevir diavêtan û dihatin girtin, li gora qanûna terorê û di dadgehên taybet de dihatin dadgeh kirin û cezakirin. Doh di parlementoyê de bi dengên Ak-Partiyê guhertin di vê qanûnê de hate kirin.
Li gora guhertinan zarok hêdî di dadgehên taybet de nayên dadgehkirin û dê ew di dadgehê zarokan de bêne dadgehkirin û piranî şûna ceza bêne dayin wê hewldan bêne kirin ku ew bêne“ islah“ kirin.
Herweha li gora qanûna nû dema ceza jî bêne dayîn dê cezayên kêm bin.Bi guhertina vê qanûnê zarokên di xwepêşandanan de hatîn girtin piraniya wan dive bêne azad kirin.